Şerê Îsraîl û Hizbullahê didome

Li başûrê Lubnanê di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullah de şer derket.

Şerê Îsraîl û Hizbullahê didome
27 tîrmeh 2024   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 8’ê Cotmeha 2023’yan ve şerê Îsraîl û Hizbullahê ve dewam dike.

Ajansa National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku Hizbullahê nuqteya El Ceradih a li herêma Zehîra ya li başûrê Lubnanê bi moşekan bombebaran kiriye. Artêşa Îsraîlê jî bi obîsan li derdora bajarokê Cebîn ê başûrê Lubnanê da.

(bb)