Ji komên xwendina parêznameyan: Em ji xew şiyan bûn

Kesên ku bajaroka Şêranê tevlî xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan dibin, diyar kirin ku ew bi saya felsefeya Rêberê xwe ji xew şiyan bûne û ew ê ji bo azadiya wî ya fizîkî têkoşînê mezin bikin.

Ji komên xwendina parêznameyan: Em ji xew şiyan bûn
Ji komên xwendina parêznameyan: Em ji xew şiyan bûn
Ji komên xwendina parêznameyan: Em ji xew şiyan bûn
27 tîrmeh, 2024   02:35
KOBANÊ
 SARIYA ŞÊXO

Li bajaroka Şêran a Kantona Firatê xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan û nîqaşên li ser wan ku nêzî salek beriya niha hatibûn destpêkirin, berdewam dikin. 

Di çar bernameya ku ji aliyê Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û rêveberiya bajarokê ve hatiye amadekirin de, parêznameya 5’an a bi navê, “Parastina Kurdên Di Pençê Qirkirina Çandî de/Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk” tê xwendin.

Li bajarokê komên cuda yên xwendinê hatine avakirin û hefteyê rojekê parêzname tê xwendin û li ser gotubêj tê meşandin.

Yek ji koman jî, li avahiya PYD’ê xwendinê didomîne. Kesên ku tevlî xwendinê dibin, li ser beşên hatine xwendin gotubêjan dikin û hewl didin di sîtema bajarokê de pêk bînin.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Şêranê Fatma Osman diyar kir ku êdî sebera wan nemaye, dixwazin Rêberê xwe di nava xwe de bibînin û got: “Ji bo em karibin bi Rêbertî re jiyan bikin, em ê ji bo azadiya wî ya fizîkî erkên xwe yên dîrokî pêk bînin. Bi milyonan mirov li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde dibînin, xwe rêxistin dikin. Êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiy e. Em ê têkoşîna xwe xurtir bikin.”

‘EM JI QIRKIRINÊ RIZGAR KIRIN’

Endamê Meclisa PYD’yê ya Şêranê Mehmûd Mihemed jî, destnîşan kir ku bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji pençeyên qirkirinê rizgar bûne û wiha axivî: “Em li mal û saziyên xwe bi zimanê xwe di axivin, dixwînin. Dilê milyonan li Îmraliyê lê dide. Em ê jî bi rihê berxwedana li Îmraliyê li ber xwe bidin. Em ê têkoşîn bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêranê Emîne Xelîl, anî ziman ku ew ê wek dayîk û hevjînên şehîdan ji zarokên 7 salî heta pîr û kalên 70 salî têkoşîn bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêk bînin.

Endamê Meclisa bajaroka Şêranê Elî Beyro jî diyar kir ku ew bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji xew rabûn, bi hêz bûn û berxwedana xwe xurt kiriye. Elî Beyro da zanîn ku ew li ser bingeha raman û  felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bûne, lewma ewê ê firka azadî û demokrasiyê biparêzin û Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin.

ANHA