Li Kobanê pîşesazê ku çanda kevnar diparêze

Mihyedîn Şamliyan ji bajarê Kobanê ye û  ji bavê xwe pîşeya biriqandina cewher û çêkirina tizbiyan girtiye. Her wiha  berhemên dîrokî restore dike û diparêze da ku winda nebe.

Tevî pêşketinên ku di gelek waran de çêbûne, gelek kes pîşeyên xwe berdane û berê xwe dane karên din da ku pereyên zêde bi rehetî bidest bixin, Mihyedîn Şamliyan hîna pîşeyê ku ji bavê xwe girtiye didomîne. Ev pîşe ji bavê xwe fêr bûye, Şamliyan cewheran dibiriqîne û tizbiyan çêdike. Li rex vê pîşeyê berhemên dîrokî digere, restore dike û diparêze.

Şamliyan di dikana xwe ya biçûk de tablo, berhemên dîrokî restore dike da ku biparêze. Her wiha cewheran dibiriqîne.

Şamliyan gelek berhemên dîrokî yên ku dîroka wan vedigere gelek serdeman parastiye. Bi rêbazekî ku zirarê bi wê neke û teşeya wê neguhere çêdike.

Li cem Şamliyan gelek şûr hene  ku dîroka wan vedigere serdema Selcuqiyan, qebîleyek faris,  dewleta Umawî. Tevî xencerên girêdayî gelan û serdemên cuda. Peyker, kelûpelên malan ên kevn û dîrokî.

Her wiha li cem Şamliyan gelek berhemên dîrokî yên xweşik hene, mîna tabloyek muzeyîk, li gorî texmîna wî dîroka wê vedigere çanda Kurdên Êzidî beriya 400 sal. Nîşaneya cilên Kurdî yên resen di daweta mîrekî yan jî şêniyekî wê demê de ye.

Şamliyan tizbiyan ji kevirê misk çêdike, tevî kevir ji cureyên din. Girêdayî wê dibêje: “Gelek tişt li cem min in ku ew çand ber bi windabûnê ve dikin. Ger em neparêzin wê helbet winda bibe. Min ev pîşe ji bavê xwe girt. Lê min ev pîşe li gorî dema heyî nû kir. Min berhemên rojhilatî parastin, ev berhem nayin firotin ji ber ku mîna vî çandî tune ye."

Şamliyan bang li civaka Kurd kir ku cilê xwe yê kevnar biparêze.

Şamliyan wiha pê de çû: "Gelek kes têne dikane da ku hinek cureyên cewheran bixwazin, xwe derman bikin an jî şansa xwe baş bikin. Gelek kiryarên bi vî rengî  bingeha wan tune ne. Ev şaştiyeke divê baş zanibin ku cewherên dixwazin ne mîna ku texmîn dikin in. Ev tenê kevir in tiştek nakin. Ji biçûkahiya xwe ve ew cewher di destê min de ne û beriya min jî bavê min. Lê ev tişt ne rast in."

Berhemên dîrokî yên di şerê Sûriyê de wêran an  jî winda bûye, Şamliyan nikare vegirîne. Lê berhemên Şamliyan kom kirine giran buhane.

(şx)

ANHA


Mijarên Din