HANA: Rejîma Îranê 5 Kurd revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a HANA ragihand ku polîtîkayên rejîma Îranê yên girtin û revandina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di rojên dawî de jî didomin, di heman demê de çarenûsa hinek ji wan girtiyan hîn jî ne diyar e.

HANA: Rejîma Îranê 5 Kurd revandin
21 cotmeh, 2026   18:08
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Mafên Mirovan a HANA‘yê raporek li ser girtin û revandina welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve weşand.

Li gorî raporê, du welatiyên bi navên Diyako Bayizîdî û Mustafa Coşkar yên ji Mehabadê ji aliyê hêzên îstîxbarata Artêşa Pasdarên ve li bajêr hatine girtin û birine cihekî nenas.

Her wisa di raporê de hate eşkerekirin ku duh Îlya Lutfî Tormakçî ya 17 salî ji Banayê ji aliyê hêzên maskedar yên rejîma Îranê ve hat revandin.

Her wisa hate gotin ku di 19’yê Cotmeha îsal de, Ehed Meyhenxahî yê 19 salî ji navçeya Şîno ya ser bi  parêzgeha Ûrmiyeyê ve hatiye girtin û ji bo ku cezayê xwe yê pênc salan ku lê hatiye birîn bikşîne, ew birina girtîgeha Nexede.

Ehed Meyhenxahî di 24’ê Çileya 2026’an de bêyî fermana dozger ji aliyê dezgeha îstîxbarata Îranê (Îtlaet) ve hatiye girtin û piştî nêzîkî mehekê bi kefalet hatiye berdan. Piştre ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Şîno ve bi tohmeta “alîkariya muxalefetek dijî-Îranê” cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Her wisa di raporê de hate eşkerekirin ku di 16’yê Cotmeha îsal de, hêzên îstîxbaratê yên rejîma Îranê bêyî fermanek nivîskî û biryara dozger bi ser mala Aram Emînî li Seqizê de girtin û ew revandin. Piştî derbasbûna pênc rojan, hîn jî tu agahî li ser çarenûsa wî tune ye.