YRK: Hêzên me bersiva êrişên Supayê Pasdaran dan

Fermandariya YRK’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku hêzên wan li Kosalanê bersiva êrişên Artêşa Pasdarên Îranê dane.

YRK: Hêzên me bersiva êrişên Supayê Pasdaran dan
21 cotmeh, 2026   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê der barê êrişên Artêşa Pasdaran de daxuyaniyek nivîskî weşand. Fermandariya YRK’ê ragihand ku hêzên wan bersiva êrişan dane û ti ziyanek negihiştiye hêzên wan.

Daxuyanî wiha ye:

 ‘‘Wekî ku gelê me û raya giştî jî dizane, Supaya Pasdaran a rejîma Îranê di nava çend rojên borî de li herêmên Şaho û Merîwanê li dijî hêzên me dest bi operasyonên leşkerî û topbaranê kiriye. Me di rojên derbasbûyî de hişyariyên pêwîst dabûn û di daxuyaniyên xwe de bi zelalî diyar kiribû ku eger ev êriş dewam bikin, mafê parastina rewa ya hêzên me heye ku bersivê bidin. Lê tevî van hişyariyan jî dijmin êrişên xwe berdewam kirin.

Di 20’ê Cotmehê de, dijmin careke din bi hewanan êrişî derdora gundê Degaga yê li herêma Kosalanê kir. Ev êriş ji aliyê wan baregeh û qereqolên derdora gundê Degagayê ve hatin kirin ku êrişên berê yên li ser herêmê jî ji wir dihatin meşandin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de, yekser bersiva pêwîst da van êrişan û di encamê de tu zirar negihîşt hêzên me.’’