Cegerxwîn… bi helbestên xwe dîroka Kurdistanê nivîsand

Seyda Cegerxwîn ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd têkoşîna xwe bi huner û wêjeyê kir, di jiyana xwe de di gelek pêvajoyan re derbas bû, pirtûk û dîwanên helbestan bi zimanê kurdî yadîgarî neslên nû kirin.

Cegerxwîn… bi helbestên xwe dîroka Kurdistanê nivîsand
Cegerxwîn… bi helbestên xwe dîroka Kurdistanê nivîsand
Cegerxwîn… bi helbestên xwe dîroka Kurdistanê nivîsand
Cegerxwîn… bi helbestên xwe dîroka Kurdistanê nivîsand
Cegerxwîn… bi helbestên xwe dîroka Kurdistanê nivîsand
Cegerxwîn… bi helbestên xwe dîroka Kurdistanê nivîsand
Cegerxwîn… bi helbestên xwe dîroka Kurdistanê nivîsand
Cegerxwîn… bi helbestên xwe dîroka Kurdistanê nivîsand
Cegerxwîn… bi helbestên xwe dîroka Kurdistanê nivîsand
22 cotmeh, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Îro 42`yemîn salvegera wefata helbestvanê mezin Cegerxwîn e. Ew ji bo ziman, çand û dîroka gelê Kurd tê koşiya. 

Cegerxwîn (Şêxmûs Hesen Elî) sala 1903`yan li gundê Hesarê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, malbata wî xizan bû, hîna temenê wî 15 salî bû, bavê wî wefat dike. Ew sêwî mezin bû, carinan li gel birayê xwe Xelîl û carinan jî li gel xwişka xwe Asyayê dima.

Di temenê xwe yê zaroktiyê de şivan bû û sala 1918`an di lêkirina xetên hesin de xebitî, li ser destê şêxan fêrî xwendin û nivîsandinê bû. Ew sala 1928`an zewicî.

RÊWÎTIYA JIYANA SIYASÎ

Piştî şoreşa Şêx Seîdê Pîranî sala 1925`an dest pê kir, Cegerxwîn dest bi nivîsandina helbestan kir û têkiliya wî bi şoreşgeran re hebû. Êdî bi navê Cegerxwîn dihat naskirin û di salên 1930`î de derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li bajarê Amûdê bi cih bû. Bi ciwanên Kurd re `Kluba Ciwanên Kurd` ava kir û ew klub ji aliyê mandeya Fransayê ve hate girtin.

Sala 1946`an tev li Xoybûnê bû û piştre ev komele bû Komeleya Rizgarî û Yekitiya Kurdistanê. Di salên 1940`î de nêzî Partiya Komunîst bû û ji bo wê gelek caran hate girtin û îşkence lê kirin.

Sala 1958`an bi hevalên xwe re Tevgera Azadî ava kir û piştre navê wê veguherî û bû Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (PDKS) û bû endamê komîteya navendî ya partiyê.

Seydayê Cegerxwîn gelek caran ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hate girtin û herî dawî sala 1963`yan ji aliyê rejîma Baas a Sûriyeyê ve li Şamê hate girtin. Piştî ku serbest hate berdan, biryar da ku ji Sûriyeyê derkeve û sala 1969`an derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Li Başûrê Kurdistanê jî tev li Şoreşa 11`ê Îlonê ya sala 1961`an a Mela Mistefa Barzanî bi rê ve dibir, bû.

Piştî wê sala 1975`an derbasî Beyrûdê bû û dîwana xwe yê sêyem çap kir. Sala 1979`an jî derbasî Swêdê bû.

BERHEMÊN SEYDA YÊN WÊJEYÎ

Cegerxwîn her tim dan û standin bi rewşenbîrên Kurd re wekî Osman Sabrî, Celadet Alî Bedirxan û Qedrî Can dikir. Di kovara Hawar de dixebitî û zêdetirî 37 pirtûk nivîsandin.

Her wiha 8 dîwanên helbestan; Dîwana Yekem, Agir û Birûsk, Sûriye, 1945 - Cîm û Gulperî, Çîroka Yekem, Sûriye, 1948 - Sewra Azadî, Sûriye, 1954 - Kî Me Ez, Beyrûd, 1973, - Ronak, Swêd, 1980, - Zend Avista, Swêd, 1981 - Şefaq, Swêd, 1982 - Hêvî Swêd, 1983 - Aştî, Swêd, 1986`an nivîsandin.

LI SWÊDÊ DIÇE SER DILOVANIYA XWE

Helbestvanê mezin Cegerxwîn sala 1984`an li Swêdê diçe ser dilovaniya xwe û li gorî daxwaza wî cenazeyê wî tînin Qamişloyê û di mala wî de dispêrin axê. Niha gora Cegerxwîn di mala wî ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê ye.

Ji bo salvegera wî rewşenbîr, helbestvan û ciwanên Kurd diçin ser gora wî û bi bîr tînin. Li Amûdê jî Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk (TEV ÇAND) sala 2017`an peykerê wî li bazara El Fatûra a bajarê Amûdê danî.

Her wiha hejmareke mezin ji helbestvan û wêjeyanên Kurd ên li Sûriyeyê li hev kir ku roja wefata Cegerxwîn (22 Cotmeh 1984) bikin roja helbestên kurdî û her sal li Rojava festîvala çandî û wêjeyî tê lidarxistin.

Li Almanyayê jî di heman rojê de Festîvala Helbestên Kurdî tê lidarxistin û xelata bi navê `Cegerxwîn ji bo afrîneriyê` didin helbestvan, lêkolîner û wêjevanan.

(np)

ANHA