Partiya Yekitiya Suryanan êrişa li dijî dêrekê ya li Urdinê şermezar kir

Partiya Yekitiya Suryanan êrişa li ser dêra li parêzgeha El Kerek a li Urdinê şermezar kir, hemû awayên tundî û terorê ya ku cihên pîroz ên olî hedef digire û gefê li kesên li cihên olî yên pîroz dixwe, red kir.

Partiya Yekitiya Suryanan êrişa li dijî dêrekê ya li Urdinê şermezar kir
24 cotmeh, 2026   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryanan ji bo redkirina êrişa li ser yek ji dêrên li Urdinê ku duh (23 Cotmeh) pêk hat û li gorî bîlançoya dawîn a fermî di encamê de 7 kuştî û 40 birîndar çêbûn, daxuyaniyeke nivîskî da. 

Partiyê diyar kir ku hedefgirtina xiristiyanan li Urdinê û li kîjan dewletên li Rojhilata Navîn be, temsîla êrişa li ser prensîbên welatîbûna wekhev û mafê olî ye, mîna van êrişan gefê li pirrengiya olî û çandî ya beşeke nasnameya herêmê û dîroka wê ye, dixwe.

Partiyê di daxuyaniya xwe de bang li hikumetên li Rojhilata Navîn, saziyên dadmendî, ewlehî, olî û sivîl kir ku parastina welatiyan û cihên pîroz ên olî bi pêş bixin, kesên ku van sûcan dikin ceza bikin, her wiha li dijî gotara nefretê bigirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xiristiyan pêkhateyeke resen a di nava civakên li Rojhilata Navîn de ne, parastina mafê wan û misogerkirina beşdariya wan a temamker di avakirina welatan, berpirsyartiyeke neteweyî û mirovahî ya hevbeş.

Partiyê sersaxî ji bo malbatên qurbaniyan û ji bo gelê Urdinê xwest, ji bo birîndaran jî şîfaya acil xwest.