Zeydî: Me bi YBŞ’ê re lihev kiriye

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî eşkere kir ku wan bi YBŞ’ê re lihevkirin kiriye û wê hêzên wan bixin nav Heşdî Şeebî û got: “Heta 30’ê Hezîrana 2027’ê tu çek li derveyî dewletê namîne.”

Zeydî: Me bi YBŞ’ê re lihev kiriye
23 cotmeh, 2026   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî têkildarî komên çekdar yên Iraqê, rewşa Iraqê û lihevkirina bi YBŞ’ê re axivî.

Zeydî got; “Hikûmetê di derxistina Iraqê ji tecrîdeke navnetewî ya nêzîk de bi ser ket, welat di bin gefa dorpêçkirin û balyozxaneyan de bû û welatên rojavayî bawer dikirin ku dewleta Iraqê di bin hegemonyaya hinek komên çekdar yên diyar de ye.”

Her wisa da zanîn ku heta 30’ê Hezîrana 2027’an, tu çek li derveyî dewletê namîne, hikûmet armanc dike ku heta 30’ê Hezîrana 2027’an dawî li hebûna çekên li derveyî dewletê bîne û çek dê di destê hêzên ewlehiyê de bin.

Her wisa Zeydî tekezî li ser nebûna leşkerên Amerîkî li Iraqê kir ku her çend bi mîsyona şêwirmendiyê  jî bin. Her wiha bal kişand ser lihevkirinên ji bo terikandina hêzên artêşa Tirk li Bareha Başîqayê û radestkirina baregê bo artêşa Iraqê.

Elî Zeydî di axaftina xwe de bal kişand ser lihevkirina di navbera YPŞ û hikûmeta Iraqê de û diyar kir ku wan weke hikûmet bi Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) re li hev kiriye û wê hêzên wê bikeve nav Heşdî Şeebî.