Koçberên Serêkaniyê xwestin berî zivistanî vegerin malên xwe

Koçberên kampa Waşûkanî xwestin berî zivistanî vegerin malên xwe û diyar kirin ku di zivistanê de bi mercên mirovî yên dijwar re rû bi rû dimînin.

Koçberên Serêkaniyê xwestin berî zivistanî vegerin malên xwe
Koçberên Serêkaniyê xwestin berî zivistanî vegerin malên xwe
Koçberên Serêkaniyê xwestin berî zivistanî vegerin malên xwe
Koçberên Serêkaniyê xwestin berî zivistanî vegerin malên xwe
Koçberên Serêkaniyê xwestin berî zivistanî vegerin malên xwe
Koçberên Serêkaniyê xwestin berî zivistanî vegerin malên xwe
Koçberên Serêkaniyê xwestin berî zivistanî vegerin malên xwe
Koçberên Serêkaniyê xwestin berî zivistanî vegerin malên xwe
Koçberên Serêkaniyê xwestin berî zivistanî vegerin malên xwe
17 cotmeh, 2026   07:50
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Li kampa Waşûkanî ya li gundewarên bajarê Hesekê ku zêdetirî 2 hezar koçberên ji Serêkaniyê, gundewarên Til Temir û Zirganê dihewîne, zehmetiyên koçberan bi nêzîkbûna zivistanê, kêmbûna alîkariyên mirovî û sotemeniyê zêde dibin. Koçberan xwestin berî zivistanî vegerin cih û warê xwe.

‘VEGERA LI GUNDÊN WÊRANKIRÎ VEBIJÊRKA ME YE‘

Xayîr El Xidir ê ji gundê Menacîr anî ziman ku rewşa kampê pir xirab e, alîkarî û sotemenî tune ne û nan jî li ser wan hatiye birîn.

El Xidir bi van gotinan daxwaza vegera li gundê xwe kir: "Tevî wêraniya ku li malên me bûye, em dixwazin vegerin gundên xwe. Çareseriya dawîn çi ye! li vir çadir jî nikarin me ji ba û baranê biparêzin. Vegera li gundê me trajediya ye anku koçberiyeke nû ye. Eger em vegerin jî hêmanên jiyanê li gund tune ne. Em alîkariyan dixwazin. Bi hatina zivistanî re em ê çawa xwe ji sermayê biparêzin."

‘EM Ê ÇADIRÊN XWE JI NÛ VE DEYNIN Û LI HEMBERÎ DIJWARIYA ZIVISTANÎ LI BER XWE BIDIN‘

Koçbera bi navê Emîne Eber a ji gundê Erîşayê bi bîr xist kir ku wan çadir û pelên malê rakirin da ku vegerin, lê piştî amadekariyên vegerê kiribû ji wan re hate gotin ku veger hat taloqkirin bêyî ku sedema vê yekê were zanîn.

Emîne Eber got: "Malên me rûxiyane, ji bilî axê tiştek jê nemaye. Bi vegerê re jî em ê li erdê rûnên. Em bi vegerê kêfxweş in, lê li wir jî êş û azarek li benda me ye. Em dîsa konên xwe vedin. Bi tunebûna mazotê û amûrên din ên germkirinê em ê sermaya zivistanî tehemul bikin."

Emîneyê banga lezandina vegerê û pêşkêşkirina alîkariyan kir.

‘REWŞA KOÇBERÊN KAMPÊ DI ZIVISTANÊ DE DIJWAR DIBE‘

Cabir Ebdurehman ê ji gundê Um El Kêf ê Til Temirê jî behsa zehmetiyên di kampê de dikişînin kir û got: "Rewşa me pir xirab e. Êvarî bahozek ba rebû hindik mabû zerarê bide zarokên min. Her wiha hêmanên jiyanê di hundirê kampê de tune ne."

Cabir Ebdurehman anî ziman ku malên wan wêran bûn û veger jî dereng diçe. Ebdurehman wiha domand "Ev yek zerarê dide koçberên li kampê. Em kêfxweş in ku konên xwe li gundên xwe vedin. Rewşa şêniyên ku vegeriyane xirab e, ji ber ku li gundên ji bilî erd û axê tiştek din nemaye."

Ebdurehman destnîşan kir ku ew dikarin di çadiran de rûnên lê dê çawa sermaya zivistanî tehemul bikin, nemaze ku sotemenî û alavên germkirinê tune ne.

Cabir Ebdurehman daxwaza alîkariyê kir û ev tişt anî ziman: "Em di kampa de aciz bûne. Êşa ku niha em li vir dikişînin ji ya 7 salên dawîn de girantir e, ji ber ku çavê me li vegerê ye û zehmetiyan dikişînin."

(bb)

ANHA