Lêkolîner: Bila Sûriyeyî xwe ji provokasyon û şerê hindirîn biparêzin

Lêkolînerê siyasî Îbrahîm Mislim diyar kir ku divê Sûriyeyê ji şer û parçebûyîna civakî were parastin û tev li şerê welatên derve nebe.

Lêkolîner: Bila Sûriyeyî xwe ji provokasyon û şerê hindirîn biparêzin
19 cotmeh, 2026   05:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Dr. û lêkolînerê siyasî Îbrahîm Mislim ji ANHA`yê re axivî û rewşa Rojhilata Navîn nirxand. 

Mislim ji Sûriyeyê dest pê kir û got xeterî heye ku Sûriyeyiyan ji bo şerên derveyî welatê wan werin seferberkirin û got: "Mirov nikare vê yekê ji salên dirêj ên şer li Sûriyeyê veqetîne. Di encama şerê ku qewimî de civaka Sûriyeyê parçe bû. Pirsgirêkên piskolojîk û aborî derketin û saziyên dewletê zeyîf bûn."

Têkildarî heman mijarê Mislim got şer bi seknandina çalakiyên leşkerî bi dawî nabe û bi şêweyên dîtir didome û ev nirxandin kir: "Hinek alî dizanin ku Sûriyeyî di şer de westiyayî, yan jî di şer de yek ji malbata xwe winda kiriye, yan neçar maye ku koçber bibe û di aliyê aborî de gelekî zehmetî dîtiye. Dibe ku bi zimanê van aliyên soz didine ku rûmeta wî vegerînin, parastina wî bikin û tola wî rakin, bandor bibe. Di vê rewşê de berjewendiyên siyasî dikevin nava hesabên leşkerî û îdeolojîk. Mirovên Sûriyeyî  ku pêdiviya wan bi ewlehî û aramiyê heye û divê jiyana xwe ava bike, wî ji bo şerekî ku bi berjewendiyên ên neteweyî  vene girêdayî ye, didin bikaranîn."

Mislim bi domdarî got: "Ne şert e Sûriyeyî bikin leşker û bidin bikaranîn, lê dikarin berê wî bidin provokasyonan, zimanê nefretê û weke erkekî exlaqî, olî û neteweyî wî têxin nava şer, pirsgirêka mezin şûna ku êş û zehmetiyên Sûriyeyiyan çareser bikin berê wan bidin şerekî nû. Her wiha li şûna perspektîf bidin ku birînên civakê werin dermankirin û dewleta Sûriyeyê ji nûve were avakirin, berê civaka Sûriyeyê didin şerekî nû û dixwazin aloziyên wan kûrtir bikin."

BIKARANÎNA OL Û BÎRANÎNÊN ŞER

Li Sûriyeyê bikaranîna ol û bîranînên şer ji aliyê Mislim ve wiha hate nirxandin: "Bîra olî û dîrokî herî zêde di şêwegirtina hişmendiyê de û bi taybet di civakên ku demdirêj di şer de mane û hestên zilm, tirs û bêbawerî di wan de kom bûye, bandor dike. Dema ku ev bîr di aliyê siyasî de tê bikaranîn dibe ku ji nirxên ruhî û exlaqî dûr bikeve. Heke bûyerên di dîrokê de qewimîne bi şerê mezhebî ve girêbidin, pirtûkên dînî ji naveroka wê dûrbixînin û şerê niha diqewimê bi nasnameya dînî û civakî ve girêbidin dê şerekî siyasî û leşkerî yê bi dawî nebe, derkeve. Her wiha ji bo hestên tirs û tolrakirinê di Sûriyeyiyan de zindî bikin li şerê Sûriyeyê yê qewimî vedigerin, ew di çarçoveya berjewendiyên xwe de şerê li herêmê bi bûyerên berê li Sûriyeyê qewimîne, didin girêdan. Xeterî heye ku bîr û rastiyê tevlîhev bikin, ne her şerekî nû bi şerê berê ve girêdayî ye û netew, dîn û mezheb ne berpirsyarê nêzîkatiyên kesayetî ne. Heke cûdahiya mezheban bibe sedema sînorên siyasî û leşkerî dê dijminahî çêbe û her hemwelatiyan li gorî nasnameya yê dîtir nêzî hevdû bibin. Pir xetere ku dîn di aliyê siyasî de bi kar tînin û dîn jî şerê siyasî pîroz dike, kuştinê erk dibîne û yên tevlî vî şerî nebin wan bi îxanetê sûcdar dike. Bawerî û îman nirxekî exlaqî û ruhî ye, nabe ku dîn ji bo berjewendiyên siyasî were bikaranîn. Pêwîste li gorî rastiyê li bûyerên ku li herêmê diqewimê, binêr in, ne li gorî çîrokên ku birînên berê dikewîne nêz bibin."

PARÇEBÛYÎNA HINDIRÎN XETER E

Mislim di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Heke li Sûriyeyê şerê navxweyî di navbera mezheban de derkeve dibe ku di encama wî şerî de ne tenê ziyanên leşkerî were dîtin, ev şer bandorê li ser siberoja têkiliyên civakî yên Sûriyeyê û yên herêmê bike û aramî li Sûriyeyê çênebe. Heke şerê derve derbasî civaka Sûriyeyê bibe dibe ku parçebûyîna hindirîn çêbe, yek kes ji netew an jî ji mezhebekî tev li vî şerî bibe dê bibe sedema giştî civak têkeve nava vî şerî de, wê derî ji tirs û tolrakirinê re veke, tundî çêbe û zehmet bibe ku civak li hevdû bike. Her wiha insan dê werin kuştin û pirsgirêkên aborî kûrtir bibe, pêdiviya Sûriyeyê bi welatiyên wê heye da ku xwe ji nûve ava bike, çandinî û hilberînê vejîn bike û şopên koçberî, feqîrtî û bêkariyê derman bike.

Weke dîtir jî heke şer biqewimê dibe ku Sûriyeyî di bin xizmeta aliyên derve de têkevin nava şerê siyasî û leşkerî de û bandora wan di biryarên stratejîk û encamên şer de nebe. Di vê rewşê de dibe ku têkiliyên Sûriyeyê bi dewletên herêmê re xira bibe yan jî xak û civakên Sûriyeyê bibe qada şerê herêmî. Mijar ne ew e ku kî li aliyê kî şer dike, ya girîng ev şer dê çawa bandorê li ser hevgirtin û yekitiya civakê, rizgarbûna biryara neteweyî û şensê aştiyê bike. Sûriyeyiyên ku di encama şerê navxweyî de bedelên giran dan pêdiviya wan bi dijminên nû nîne lê divê garantî were dayîn ku tundî ji neslekî derbasî neslên dîtir an jî ji qadekekê derbasî qada dîtir nebe."

TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ PROVOKASYONAN

Li ser rola hikûmetê di parastina serxwebûna biryardana neteweyî û rê nedana provokasyonan Mislim wiha axivî: "Têkiliyên bi dewletên herêmê re divê li ser bingehê berjewendiyên gelê Sûriyeyê were danîn, Sûriyeyê nebe qada şerê hêzên biyanî, saziyên dewletê xurt bikin, rê nedin komên çekdar ên ji derveyî qanûn û li gorî perspektîvên hêzên derve tevdigerin û pêwîste çek û biryara şer û aştiyê di nav dezgehên neteweyî de bên sînordarkirin. Li gorî qanûn divê li hemberî provokasyonan tê bikoşin, bê ku cûdahiyê têxin di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de garantiya mafên wan were dayîn. Tenê saziyên ewlehiyê têrê nakin ku li hemberî provokasyonan têbikoşin, divê bawerî di navbera civakê û dewletê de xurt bibe, pirsgirêka xizanî û bêkariyê were çareserkirin. Ji bo têkiliya bi dewletên herêmê re hikûmet dikare bi rêya diyalok û dîplomasiyê bike. Serweriya neteweyî ne tenê slogan e, divê dewlet di biryardayînê de ser bi xwe be û hemwelatiyên xwe ji şerê dewletên dîtir biparêz e."

BILA SÛRIYEYÎ XWE JI PROVOKASYONAN BIPARÊZ IN

Di dawiyê de Dr. Îbrahîm Mislim wiha got: "Ez bang li hemwelatiyên Sûriyeyê dikim ku li pey sloganên bi hest û dînî nekevin, destpêkê fêm bikin ku ev aliyên şer dixwazin kî ne û hedefa wan çi ye? Ne hemû şer ji bo parastina mezlûm û rûmetê ye, yan jî dikeve bin xizmeta Sûriyeyiyan de. Divê her kes xwe ji provokasyon û zimanê nefretê biparêze, cûdahiya mezhebî û neteweyî nebe sedema tundî û dijminahiyê û hemû civak ne berpirsyarê liv û tevgera kesa ne. Heke tevli şerê ji derveyî welat bibin dibe ku di aliyê qanûnî, ewlehî û mirovahî de ziyanê bidin xwe, malbat û civaka xwe. Ne şert ku bi rêya çek alîkarî bidin gelan, bi rêya xebata mirovahî, sivîl, belgekirina binpêkirinan û bi rêyên aştiyane parastina mafên gelan, bibin alîkar. Heke ez tev li şer bibim, dê aştî û aramî li Sûriyê çêbe yan jî ez ê bibim sedema ku êşa Sûriyê li qadên nû çêbe?"

Dr. Îbrahîm Mislim lêkolînerê siyasî û akademisyen-mamosteyê ekolojî û çandiniyê li Zanîngeha Normandiyê ya Fransayê ye.

(np)