Hevgirtina Urdunê, rewşa Sûrîyeyê û ewlehîya deryayî di rojeva medyaya Erebî de bû

Rojnameyên Erebî bandorên êrşa Karakê, xetereyên êrişên sîber li ser aramiya Sûrîyeê û bangên ji bo hevkariya navneteweyî ji bo parastina rêyên deryayî nivîsîn.

Hevgirtina Urdunê, rewşa Sûrîyeyê û ewlehîya deryayî di rojeva medyaya Erebî de bû
24 cotmeh, 2026   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî ya îro bandorên êrişa li Parêzgeha Karakê ya Urdunê, xetereyên kampanyayên sîber li dijî Sûriyeyê û bangên ji bo xurtkirina berpirsiyariya navneteweyî di parastina rêyên deryayî û ewlekirina enerjiyê û bazirganiya cîhanî de nirxandin.

ÊRIŞA KARAKÊ JI BO YEKÎTÎYA NETEWEYÎ YA URDUNÊ EZMÛNEKE

Rojnameya El Ereb a li Londonê diyar ku êrişa di hundirê dêrek li Parêzgeha Karakê, başûrê Urdunê de pêk hat, ceribandineke ji bo hêza dewlet û civakê ji bo parastina yekîtîya neteweyî û pêşîgirtina li tundiyê ku bibe dabeşbûna olî û sîyasî.

Rojnameyê diyar kir ku Xiristiyan beşek yekgirtî ya civaka Urdunê ne û parastina wan û misogerkirina azadîya wan ji bo pêkanîna rêûresmên xwe yên olî berpirsiyariyeke neteweyî ya hevpar e.

Her wiha diyar kir ku pêdivî ye tedbîrên ewlehiyê yên hişk bi lêpirsînek zelal û gotarek fermî ya berpirsiyar re werin hevber kirin, ligel rola medyayê di sînordarkirina gotegot û handanê de.

 ŞERÊ SÎBER Ê ÎRANÊ LI SER SÛRIYEYÊ

Rojnameya El Quds El Arabi, di gotarekê de, destnîşan kir ku windakirina bandora leşkerî ya Îranê li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed hewldanên wê yên ji bo bandorkirina welêt bi dawî nekir. Berevajî vê, li gorî gotarê, wê Îran teşwîq kir ku kampanyayên sîber ên ku gotegotan belav bike, aloziyên mezhebî gur bike û baweriya bi dewleta nû ya Sûriyê têk bibe.

Gotarê behsa lêpirsîn û raporên medyayê ku agahdariya xelet li ser Sûriyeyeê belav dikin kir, di nav de belavkirina vîdyoyên kevin ên ku ji çarçovê hatine derxistin û wekî bûyerên dawî hatine pêşkêş kirin, bi vî rengî bûne sedema handana tirs û hêrsê û tehdîdkirina aştiya sivîl.

EWLEKIRINA RÊYÊN DERYAYÎ BERPIRSIYARIYEKE HEVPAR A NAVNETEWEYÎ YE

Rojnameya El Şer El Ewsat di gotarekê de bal kişand ser astengkirina rêwîtîya li Tengava Hormuz û Bab El Mendebê, ku êdî gefek herêmî nîne lê niha bandorê li bazarên enerjiyê, lêçûnên barkirinê û bihayên kelûpelên cîhanî dike. Ev yek beşdarbûna welatên ku ji ewlehiya deryayî sûd werdigirin di parastina van rêyan de û parvekirina barê ewlekirina wan de hewce dike.

Rojname diyar dike ku parastina rêwîtîyê pêdivî bi berfirehkirina hevkariya deryayî ya pirneteweyî, bikaranîna têkiliyên dîplomatîk ji bo zextkirina li ser Îranê da ku gefên xwe rawestîne, şopandina çavkaniyên fînansmanê ji bo komên çekdar û torên wan ên ku mûşek û dronên wan peyda dikin û zêdekirina danûstandina agahiyan di navbera welatên têkildar de heye.

(k)

ANHA