Weqfeyên Hesekê banga parastina aştiya civakî kir

Gerînendeyê Weqfeyên Hesekê civînek ji mela û şêxan re li dar xist û bang li wan kir ku li hember fitne û zimanê nefretê tê bikoşin.

Weqfeyên Hesekê banga parastina aştiya civakî kir
22 cotmeh, 2026   15:40
HESEKÊ

Gerînendetiya Weqfeyan a Parêzgeha Hesekê îro li mizgefta mezin a bajarê Hesekê ji bo melayên mizgeftan û şêxan civînek li dar xist.

Gerînendeyê Weqfeyên Hesekê şêx Mazin Harûnî di civînê de axivî û got: "Sûriyeyê di pêvajoyeke ku divê sûriyeyî bi zanayî tev bigerin û berpirsyar nêz bibin, derbas dibe. Îro Sûriyeye mîna zarokeke nû ji dayik dibe. Pêdiviya wê pê heye ku her kes berpirsyar nêz bibe û ji nûve ava bike. Divê em Sûriyeyê biparêz in û ji bo siberoja wê bixebit in."

Harûnî bûyerên li parêzgeha Hesekê rûdan bi bîr xistin û got: "Hesekê di dema rejîma berê de ji gelek aliyên jiyanê ve hate wêrankirin. Hilweşandina rejîma berê nayê wateya ku bandora hişmendiya rejîmê nema ye, divê em ked bidin û têkiliyên civakê xurt bikin heyanî ku karibin bandora rejîma berê derbas bikin. Divê em pêşengtiyê ji jiyana hevbeş a gelan re bikin. Rolê Mela û Şêxan di perwerdekirina civakê û xurtkirina nirxên exlaqî û mirovahî heye. Ew parçeyekî bingehîn ji çareseriyê ne."

Şêx Mazin Harûnî di dawiyê de bang li hemû mela û şêxan kir ku li hemberî şer, provokasyonan tê bikoşin, diyalog û aştiya civakî xurt bikin û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de xurt bikin.

(np)

ANHA