Şehîd Bêrîtan li Beyrûtê hat bibîranîn

Kongra Star û PYD`ê li Beyrûtê şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta wê ya 34`emîn de bi bîr anî, di civînê de hat destnîşankirin ku şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe ya fedayî şopeke mezin ji bo hemû jinên li cîhanê hişt.

Şehîd Bêrîtan li Beyrûtê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Beyrûtê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Beyrûtê hat bibîranîn
24 cotmeh, 2026   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li paytexta Lubnanê Beyrûtê, bi amadebûna bi dehan kesan, bi boneya salvegera 34`an a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) civînek li dar xist.

Têkoşer Bêrîtan di 25`ê Cotmeha 1992’yan de bi xiyanetî li çiyayên Kurdistanê hatibû şehîdxistin.

Di civînê de endama Kongra Star Leyla Mihemed der barê şehîd Bêrîtan û têkoşîna wê axivî, da zanîn ku Bêrîtan bi çalakiya xwe ya fedayî şopeke mezin ji bo hemû jinên li cîhanê hişt, bi çalakiya xwe diyar kir ku fikr û îdeolojî ji hemû çekan bihêztir e, mirov dikare bi fikr û felsefeya azad berevaniyê li ber doza xwe bike.

Leyla Mihemed destnîşan kir ku şehîd Bêrîtan der barê girîngî û nirxê jina Kurd de ders da dijminên wan, hêza xwe diyar kir û îsbat kir ku jin dikare ji bo xwe, gel û xaka xwe her tiştî bike.

(sb)