Ji ber bihabûna lêçûnê rêjeya çandiniya genim û ceh kêm dibe

Cotkarên li bajarê Til Temir û gundewarên wê, ji ber bilindbûna buhayên sotemeniyê û lêçûnên pêvajoya çandiniyê miqdarên tovên genim û ceh ên ji bo mewsima nû ji hezar torbeyî kirine 300 torbe.

21 cotmeh, 2026   07:45
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Cotkarên li bajarê Til Temir ê Parêzgeha Hesekê di çarçoveya amdekariyên mewsimê heyî, dest bi xebatên amadekirina tov kirine, tov bi rêya moxilkirina genim û ceh û dezenfektekirina wê pêk tê, lê lêçûna berhemdayînê nagihêje asta amadekirinê, pêdiviyên çandiniyê nayên dabînkirin, bi taybet sotemenî, tov, semad û dermanê zeviyan.

LÊÇÛNA AMADEKIRINA TOVAN BILIND E

Der barê mijarê de Cotkarê bi navê Zibêr Silêman Hac Kermo diyar kir ku miqdarê tovên genim û ceh ê ji bo mewsimê borî gihîşt hezar torpeyî, lê vê salê ji ber bilindbûna buhayê sotemeniyê, kirêya karkeran û lêçûna pêvajoya amadekirina tovan, ew tenê dikarin 300 torbeyan amade bikin.

Cotkar destnîşan kir ku buhayê mazotê du qat zêdetirî sala borî bûye, ev bandor li lêçûna bikaranîna alavên zeviyên çandiniyê û kirêya wan kiriye, kirêya dezenfektekirin û moxilkirina torbeyeke tovan ji 10 hezar lîreyên Sûriyeyê bûye 20 hezar lîreyî.

Hac Kermo da zanîn ku amadekariyên mewsimê çandiniyê ji nîvê Cotmehê (2026) dest pê kir, lê bihabûna sotemeniyê barê cotkaran giran kiriye.

ZEHMETIYÊN DARAYÎ GEFÊ LI AMADEKARIYÊN MEWSIM DIXWIN

Zibêr Hac Kermo diyar kir ku wan fatorya xwe ya mewsimê borî negirtiye, ev zehmetiyên dabînkirina pêdiviyên mewsimê nû zêde dike.

Hac Kermo daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku destekê bidin cotkaran û ji bo wan sotemeniyê bi buhayên guncaw dabîn bikin.

SEKTORA ÇANDINIYÊ Û EWLEHIYA XWARINÊ

Rewşa heyî zehmetiyên girêdayî rewşa sektora çandiniyê li Til Temir û gundewarên wê vedibêje, bilindbûna buhayên lêçûna berhemdayînê rê li ber dabînkirina pêdiviyên pêwîst ê mewsimê nû digire.

Bilindbûna buhayan bandorê li ewlehiya xwarinê û aboriya herêmê dike, li vir tê dîtin divê girîngiya piştgiriya cotkaran û ji bo wan dabînkirina pêdiviyên berhemdayînê bi buhayên guncaw were dabînkirin.

(sb)

ANHA