Di panela Partiya Yekitiya Ermenî de banga jiyana hevbeş

Di panela Partiya Yekitiya Ermenî de banga pêşgirtina li zimanê nefretê û nîjadperestiyê û xurtkirina jiyana hevbeş hat kirin.

Di panela Partiya Yekitiya Ermenî de banga jiyana hevbeş
Di panela Partiya Yekitiya Ermenî de banga jiyana hevbeş
Di panela Partiya Yekitiya Ermenî de banga jiyana hevbeş
Di panela Partiya Yekitiya Ermenî de banga jiyana hevbeş
Di panela Partiya Yekitiya Ermenî de banga jiyana hevbeş
Di panela Partiya Yekitiya Ermenî de banga jiyana hevbeş
Di panela Partiya Yekitiya Ermenî de banga jiyana hevbeş
22 cotmeh, 2026   16:52
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Ermenî bi hevkariya Meclisa Civaka Ermenî panelek bi sernavê "Bi hev re ber bi civakeke bêyî nefret û nîjadperestiyê ve" li Navenda Çandê ya bajarê Hesekê li dar xist. Ji pêkhateyên bajêr, nûnerên partiyên siyasî, endamên Meclisa Lihevanînê û Meclisa Aştiya Navxweyî bi dehan kes beşdar bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre Sekretêrê Giştî yê Partiya Yekitiya Ermenî Îmad Teteriyan axivî.

Teteryan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pirrengiya olî, çandî û neteweyî ya li Sûriyeyê û got: "Em îro li vir kom bûne da ku dengê aqil bin, helwesta xwe li hemberî zimanê nefret û mezhebperestiyê nîşan bibin û nirxên jiyana hevbeş vegerînin. Ezmûnan îsbat kirin ku pirrengiya neteweyî, çandî û olî jêdera hêzê ye."

Teteryan, provokasyona li dijî pêkhateyek civaka Sûriyeyê wekî li dijî tevahî pêkhateyan nirxand, her wiha dirûşmên nîjadî yên ku di xwepêşandanên demên dawîn de li Hesekê hatin avêtin, red kirin.

Di panelê de 2 mijarên sereke hatin şîrovekirin. Mijara yekem bi sernavê "Îslam û jiyana hevbeş" ji aliyê endamê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Nasir Cinêd ve hat şîrovekirin. Mijara duyemîn a bi sernavê "Kurd û jiyana hevbeş" jî ji aliyê lêkolîner û siyasetmedar Ezher Ehmed ve hat birêvebirin.

Şêx Nasir Cinêd bal kişand ser cewherê peyama Îslamê û diyar kir ku Îslam banga hezkirin, efûkirin û rêzgirtina li hemberî mirovan, dûrketina ji nakokiyên olî, neteweyî û mezhebî dike.

Cinêd îşaret pê kir û cudabûna ol, mezheb û neteweyan divê nebe sedemên şer û nakokiyan, lê divê bibe bingeha pirrengî û hevgirtina pêkhateyan a li ser esasê nirxên edalet, dilovanî û parastina nirxên mirovan.

Şêx Nasir Cinêd  di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku jiyana hevbeş nayê wateya nku çend mirovên cuda ku bi hev re bijîn, lê belê tê wateya xurtkirina çanda hevdu qebûlkirin, rêzgirtina li hemberî bawer û mafên hev din e, ev jî dibe wesîleya avakirina civakeke aştiyane.

Ezher Ehmed derheqê mijara duyemîn de bi bîr xist ku têkildarî jiyana hevbeş a li Sûriyeyê rastiyên dîrokî û civakî hene û wiha dom da axaftina xwe: "Divê pirrengiya neteweyî, çandî û siyasî ya li herêmê were qebûlkirin. Nabe pêkhateyek ên din biçûk bixe. Di heman demê de nabe aliyekî siyasî li ser hesabê tunekirina hêzên din xwe wekî nûnerê civakê nîşan bide."

Ehmed behsa dîroka tevgerên siyasî yên Kur ên li Sûriyeyê ji sala 1957‘an ve kir û da zanîn ku partiyan tevî şaştî, astengî û nakokiyan jî lêji bo mafên çandî û civakî û siyasî yên Kurdan hewldan kirin.

Ezher Ehmed destnîşan kir ku pirsgirêkên li hemberî jiyana hevbeş girêdayî siyasetên dûrxistinê yên rejîma Baasê ne û got, "Baasê nakokî di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de kûr kirin û bendên tirs, jixwe nebawerî dabû avakirin ku bandorên wê heya îro berdewam ji holê ranebûne."

Di dawiya panelê de girîngiya diyaloga di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de, xurtkirina çanda hevdu qebûlkirinê, rêgirtin li ber zimanên nefret û nîjdaperestiyê hat vegotin.

(bb)

ANHA