Li Sûriyeyê xwepêşandan li hemberî Îsraîl

Li Şam, Hums, Quneytra, Dêrazorê û Hesekê gel li dijî mayîna Îsraîl li başûrê Sûriyeyê xwepêşandan organîze kir.

Li Sûriyeyê xwepêşandan li hemberî Îsraîl
Li Sûriyeyê xwepêşandan li hemberî Îsraîl
Li Sûriyeyê xwepêşandan li hemberî Îsraîl
Li Sûriyeyê xwepêşandan li hemberî Îsraîl
23 cotmeh, 2026   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro (înê) li gelek parêzgehên Sûriyeyê gel li hemberî mayîna Îsraîl li başûrê Îsraîl xwepêşandan li dar xist. 

Li bajarê Humsê gel li qada saetê li hemberî mayîna Îsraîl Ii başûrê Sûriyeyê xwepêşandan bi rêxistin kir. Di xwepêşandanê de destek dan Derayê û herêmên başûrê Sûriyeyê.

Şêniyên bajarokê Xan Erneba ya gundewarên Quneytrayê û bajarokê Seisei li gundewarên Şamê li dijî hêzên Îsraîl xwepêşandan li dar xist û ji bo mayîna hêzên Îsraîl li başûrê Sûriyeyê nerazîbûna xwe anî ziman.

Li bajarê Doma ya gundewarên Şamê jî gel piştî nimêja nîvro xwepêşandan li dijî mayîna hêzên Îsraîl li başûrê Sûriyeyê organîze kir.

Li bajarê Hesekê jî şêniyên taxa Xiwêran xwepêşandan lidar xist û ala Îsraîl şewitand. Her wiha li bajarokê Zîban ê rojhilatê bajarê Dêrazorê xwepêşandan çêbû.

Şêniyên bajarokê Renkos ê herêma El Qelemon a gundewarên Şamê gel ji bo bûyera duh (pêncşemê) qewimî xwepêşandan bi rêxistin kir. Di xwepêşandanê de hat xwestin ku bûyer were lêkolînkirin û encama wê ji raya giştî re raghînin. Her wiha berpirsên bûyerê û binpêkirinên hatî kirin, werin cezakirin.

Duh (pêncşemê) li bjarokê Renkos şer çêbû û di encamê de du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 5 çekdar hatin kuştin.

(np)

ANHA