Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê: Heyder Mûradî hat cezakirin

Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê ragihand ku kesê bi navê Heyder Mûradî ji aliyê tîmek wan ve hatiye cezakirin.

Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê: Heyder Mûradî hat cezakirin
29 îlon, 2026   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê têkildarî cezakirina kesê bi navê Heyder Mûradî ku weke Heyder Mêrgesar tê naskirin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin; “Bi navê Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê, em radigihînin ku kesê bi navê Heyder Mûradî yê bi nasnavê Heyder Mêrgesar tê naskirin, di saet 08.00’ê dîroka 28’ê Îlona 2026’an ji aliyê tîmeke me ve hatiye cezakirin.”

Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê diyar kir ku ew ê derbarê mijarê de sibe agahiyên berfireh û zelal bi raya giştî re parve bikin.