Cebar El Meşhedanî: Îstîqrara Iraqê girêdayî geşedanên di navbera DYA û Îranê de ye

Şîrovekarekî siyasî yê ji Iraqê Cebar El Meşhedanî siberoja Iraqê bi pêvajoya şerê DYA-Îranê û geşedanên herêmî ve girê da û hişyarî da ku domandina rageşiyê dê welat bike qada tesfiyekirinê.

Cebar El Meşhedanî: Îstîqrara Iraqê girêdayî geşedanên di navbera DYA û Îranê de ye
1 cotmeh, 2026   04:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku Pentagon bidawîbûna erka xwe û xebatên Koalîsyona Navneteweyî ya li Iraqê ragihandin û hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Iraqê derketin. Bal her kesî li qonaxa bê û veguherînên nû yên siyasî û ewlehî yên li herêmê ye. 

Der barê mijarê de şîrovekarê siyasî yê ji Iraqê Cebar El Meşhedanî ji ANHA`yê re axivî. Meşhedanî diyar kir ku veguherînên muhtemel li Iraqê girêdayî faktorên hundirîn û derve ne, faktorê derve bandoreke mezin ji bo sazkirina rewşa siyasî û ewlehî ya hundirîn dike.

El Meşhedanî da zanîn ku hêza hêz û saziyên ewlekariyê yê Iraqê heye valahiyê piştî vekişînê dagirin, bi taybet di warê pêşîgirtina terorê de, Hêza Iraqê perwerdekirî ye û di qada operasyonên terorê de pispore. 

Li aliyeke din El Meşhedanî destnîşan kir ku lê heke Iraqê ji yek ji dewletên derve ve rastî zextekê hat, wê demê hêza Iraqê sînordar dibe û wiha anî ziman: “Li gel hêzê bi awayeke têrker çek û cebilxane tune ye.”

‘DYA BI TEMAMÎ VENEKIŞYAYE’

Têkildarî bandora vekişîna DYA’yê li ser hevsengiya hêzan di hundirê Iraqê de, El Meşhedanî got: “Ez bawer nakim ku bi wateya ku tê diyarkirin DYA vekişyaye.”

El Meşhedanî wiha anî ziman: “Dibe ku baregehek bê rakirin û cihê yeka din were guhertin, dibe ku nav werin guhertin, lê vekişîna DYA’yê bi awayeke temamker ji Iraqê bêyî pêşkêşkirina misogeriyên Iraqê pêk nayê.”

El Meşhedanî da zanîn ku hebûna hêza siyasî û aborî ya DYA’yê li Iraqê li gorî misogeriyên sînordar e, ew jî ji ber sedemên hatina DYA’yê û mana wê li Iraqê pêk tê.

El Meşhedanî bal kişand ser hebûna girêdanên siyasî, ewlehî û baweriyên cuda di nava rewşa Iraqê de û destnîşan kir  ku ev dihêle ku Iraq di kêliyekê de veguhere qada tesfiyekirina hesabên di navbera hêzên ku şer di navbera wan de heye.

El Meşhedanî da zanîn ku siberoja Iraqê di dema pêş de girêdayî pêvajoya pevçûnên di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de ye.

(sb)

ANHA