Sersaxî ji malbatên şehîdên Kobanê re hat xwestin

Piştî merasîma bîranîna 69 şehîdan a duh, îro Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê dest bi serdana malbatên şehîdan kir û sersaxî ji malbatan re xwest.

22 cotmeh, 2026   14:43
KOBANÊ

Îro bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan serdana malbatên gerîlayên şehîd kir ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne û duh hatibûn bibîranîn.    

Di dema serdanan de, meta şehîd Canfeda Tolhildan Arîn Kobanê axivî û got civaka bêyî şehîd, bêyî pêşeroj û bêyî azadî ye û got: “Fedakariya şehîdan a li lûtkeyên çiyayan nexşeya azadiyê xêz kiriye û bi wê re jî gihîştine azadiya mutleq.”

Arîn Kobanê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Şehîdên me misogeriya azadî û rûmeta me ne. Em her tim deyndarên keda wan a li serê çiyayan in û em ê heta dawiyê li ser şopa wan a pîroz bimeşin."

Her wiha endamê Meclisa Malbata Şehîdan Mihemed Bozî axivî û got: “Destkeftiyên gelê Kurd bi saya xwîna şehîdan in.”

Mihemed Bozî diyar kir ku bi lehengiya wan şehîdan rûmeta gelê Kurd parastine û got: “Gerîlayên me ji hemû êrişên li ser gelê xwe re bûn mertal û cane xwe kirin feda. Em dê deyndarên wan bin.”

(so)

ANHA