Ciwanên Hesekê: Divê rolê ciwanan di avakirina Sûriyeyê de hebe

Ciwanan anîn ziman ku divê rolê wan di saziyên dewletê de hebe û cihê xwe di navendên biryarê de bigirin.

Ciwanên Hesekê: Divê rolê ciwanan di avakirina Sûriyeyê de hebe
17 tebax, 2026   05:09
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Sûriyeyê di pêvajoyeke veguhêz a dîrokî de ye, ji aliyê siyasî, civakî, aborî û hwd. pirgirêk hene, gelê Sûriyeyê êdî nema şer dixwaze û hewl dide pirsgirêkên heyî bi rêbazên aştiyane werin çareserkirin.

Ciwanên Hesekê li ser rolê ciwanan di pêvajoya avakirina Sûriyeyê de ji ajansa me (ANHA) re axivîn.

AŞTIYANE BI HEV RE BIJÎN

Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan a Yekîtiya Ciwanên Pêşverû yên Suryanî Sibhî Melekî anî ziman ku di vê pêvajoyê de ciwan dikarin rê li pêşiya zimanê nefretê bigirin û têkiliya navbera pêkhateyên Sûriyeyê biparêz in. Ciwan nikarin xwe ji zimanê nefretê biparêzin û dibe ku ev bibe sedema fitne têkeve navbera pêkhateyan de.

Her wiha Melekî got divê Sûriyeyî bi hev re aştiyane bijîn, pirrengiya neteweyî, olî û çandî ya li Sûriyeyê divê nebe sedema şer divê bibe hêzeke mezin a civakî.

Melekî diyar kir ku divê li saziyên dewletê mîna wezareta karên parastin û hundirîn, saziyên xizmetguzarî û hwd hebin. Di salên burî de ciwanan gelek bedel dan û têkoşîn kirin.

CIWAN BINGEHÊ SIBEROJA SÛRIYEYÊ NE

Endamê Meclisa Giştî ya Meclisa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê Mehmûd Şêbo got divê ciwan bingehê avakirina siberoja Sûriyeyê bin û mafên hemû pêkhateyan biparêzin. Ciwanan destbi şoreşa Sûriyeyê kirin û divê îro ji bo mafên hemû pêkhateyan têbikoşin.

Ji bo zimanê nefretê jî Şêbo got divê dawî li zimanê nefretê were û bi taybet li ser medya dijîtal neyê bikaranîn.

CIWAN JÎ BIRYARAN BIDIN

Hevserokê Meclisa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê Selman Nebhan anî ziman ku di vê pêvajoyê de derfet heye ciwan jî di avakirina Sûriyeyê de xwedî rol bin, ji aliyê çandî, aborî û civakî ve tecrûbeyên wan hene û dikarin li gelek qadan bixebitin.

Her wiha Nebhan got heke ji hemû pêkhateyan ciwan nêzî hev bibin dikarin hevgirtina civakî biparêzin û dawî li zimanê nefretê bînin.

(np)

ANHA