Îsraîlê li Quneytîrayê bendeke kontrolê danî

Dewriyeyeke Îsraîlê ya ji 3 wesayîtan pêk tê kete bakurê Quneytîrayê û bendeke kontrolê di navbera gundên Eyn Bêda û Ufaniyayê de danî.

Îsraîlê li Quneytîrayê bendeke kontrolê danî
24 cotmeh, 2026   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyeke leşkerî ya Îsraîlê derbasî gundewarê bakurê Quneytîrayê bû û li çatrêya Kesarat li ser rêya di navbera gundên Eyn Bêda û Ufaniyayê de bendeke kontrolê danî, rêwî kontrol kirin.

Dewriye ji 3 wesayîtên leşkerî pêk hat û kesên diçûn û dihatin pişkîner dikirin.

Di heman demê de dronên Îsraîlê li asîmanê parêzgeha Quneytîrayê digerîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyandibû ku îro dewriyeyeke din a Îsraîlê ya ku ji hejmarek erebeyên leşkerî pêk tê derbasî bajarokê Um Batîne yê Quneytîrayê bûbû.

(f)