‘Divê mafê me yê zimanê kurdî di destûrê de were misogerkirin’

Mamoste û xwendekarên Kobanê bertekên xwe li hember biryara Wezareta Perwerdeye ya têkildarî zimanê kurdî berdewam dikin û dibêjin ku divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî.

‘Divê mafê me yê zimanê kurdî di destûrê de were misogerkirin’
22 cotmeh, 2026   07:50
KOBANÊ

Piştî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya girêdayî zimanê kurdî, di nava xwendekar û mamosteyan de bertekên tund çêbûne.

Mamoste zimanê kurdî Leyla Qehro têkildarî biryarnameya Wezareta Perwerdeyê got: “Piştî 14 salan ji şert û mercên giran, me bi zimanê xwe xwend û da xwendin, ev zimanê dayika me ye û divê di destûra Sûriyeyê de were qebûlkirin û tenê ev biryara Wezreta Perwerdeyê ne têrker e.”

Leylayê da zanîn ev metaryalên di dibistanan de tên dayîn bi zimanê erebî werin wergirtin dê pir astengî ji bo xwendekaran çêbin û got: “Ev bû 14 sal xwendekar bi zimanê kurdî perwerde dibin, lewre jî pir zehmet e ku xwendekarên me bi zimanê erebî perwerde bibin.”

Leylayê got: “Wek gelê Kurd mafê me yê rewa ye ku em bi zimanê xwe bixwînin û perwerde bibin.”

‘EM Ê HER TIM DAXWAZA PERWERDEYA XWE YA BI ZIMANÊ KURDÎ BIKIN’

Xwendekara beşa wêjeya zimanê kurdî Arhan Esed got ew niha di zanîngehê de jî zimanê dayika xwe fêr dibe û wiha dewam kir: “Ev biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta Şamê, em tu carî napejirînin ku hemû materyalên me bi zimanê erebî werin dayîn, ji ber ku ew qas sal e em bi zimanê dayikê perwerde dibin, ji bo vê yekê pir astengî dê werin derxistin. Em wek ciwan û xwendekarên Kurd qebûl nakin ku ji bilî kurdî tu zimanên cuda li ser me bên ferzkirin û heta mijara ku di hefteyê de ziman 3 seatan were dayîn, em qet qebûl nakin. Me ew qas têkoşîn kir ku tenê em bi zimanê xwe bixwînin.”

‘PERWERDEYA BI ZIMANÊ KURDÎ MAFEKÎ SEREKE YE’

Mamosteya wêjeya zimanê kurdî Necah Ibrahîm jî got: “Mafê zarokên Kurd jî wekî yên zarokên Ereb heye ku bi zimanê xwe perwerde bibin. Divê hemû zarok perwerdeya xwe bi zimanê xwe bibînin, bi taybetî zarokên Kurd ku fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e û bandoreke mezin li ser pêşketina hişmendiya zarokan dike.”

Necahê bang li aliyên peywendîdar û hikumeta veguhêz kir ku biryarên sînordarkirina zimanê kurdî betal bikin û mafê xwendina bi zimanê kurdî li dibistan û peymangehan bi fermî bixin bin sîwana destûra Sûriyeyê da ku wekhevî û dadwerî di navbera hemû pêkhateyên civakê de pêk bê.

(so)

ANHA