Keça Kurd Rûlyan Heyder di maratona Şamê de asta yekem bi dest xist

Keça Kurd a ji xelkê Efrînê Rûlyan Heyder di pêşbirka maratona Şamê ya 2026’an de ku bezvanên ji 36 neteweyên cuda beşdar bûn, bû yekemîn.

Keça Kurd Rûlyan Heyder di maratona Şamê de asta yekem bi dest xist
24 cotmeh, 2026   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Keça Kurd a ji Efrînê Rûlyan Heyder di pêşbirka 5 kîlometreyan de di maratona Şamê de ku duh li paytexta Sûriyeyê bi beşdariya bezvanên herêmî û navneteweyî pêk hat, bû yekemîn.

Xwişka Rûlyanê Roksana Heyder jî beşdarî pêşbirka 10 kîlometreyan bû, her wiha birayê wan Ciwan Heyder di pêşbirka 42 kîlometreyan de pêşbazî kir.

Her sê xwişk û bira ji gundê Hacîka yê navçeya Raco ya Efrînê ne. Wan berê di pêşbirkên werzişê yên cur bi cur de astên bilind bi dest xistine.

(k)

ANHA