‘Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin’

Xwendekar û malbatan wan got ew biryara Wezareta Perwerdê qebûl nakin û tenê 3 saet têra wan nake.

‘Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin’
24 cotmeh, 2026   06:55
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li herêma Aliyan a Çilaxayê xwendekar û malbatên wan anî ziman ku ew biryara Wezareta Perwerdeyê ya têkildarî zimanê kurdî qebûl nakin û ew daxwaz dikin xwendina xwe bi zimanê xwe yê dayikê berdewam bikin.

`ZIMANÊ ME NASNAME Û HEBÛNA ME YE`

Nêrmîn Şêxo anî ziman ku ji mafê wan e li ser xaka xwe bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û wiha lê zêde kir: "Tenê 3 saet têra me nake. Min ji dibistana seretayî ve bi zimanê kurdî xwend û ez dixwazim xwendina xwe bi zimanê kurdî berdewam bikim. Em dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û xwendekar bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.”

Raman Xelîl got: “Em jî weke gelên dîtirin, ji mafê me ye em bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Kes nikare qedexe bike ku em bi zimanê xwe bixwînin.”

Şemis Hisên got ew ne li dijî zimanê gelên dîtir in û wiha pê de çû: “Em dikarin fêrî zimanên dîtir bibin lê zimanê kurdî zimanê me yê dayikê ye û nasnameya me ye.”

Gulistan Sinco got ji mafê gelê Kurd e ku bi zimanê xwe bixwîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji Wezareta Perwerde daxwaz dikin ku biryara xwe di ber çavan re derbas bike. Tenê 3 saet têra me nake ku em fêrî zimanê xwe bibin.”

MALBAT JÎ NE RAZÎ NE

Ebdulkerîm Şekir got: "Sûriye welatekî dewlemend e, gelek netewe, dîn û çand lê hene. Heke sîstem wê demokrat be nabe ku zimanekî ferzî li ser me bike. Divê pirrengiya Sûriyeyê nas bike, mafên çandî û ziman ê hemû pêkhateyên Sûriyeyê bide. Em bi demokrasî, edalet û wekheviyê bawer in, em ne li dijî ne ku zarok bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Em tenê daxwaza mafê xwe dikin. Ji mafê me ye em weke gelên dîtir bi zimanê xwe bixwîn in, baxiv in û xwe bidin îfade kirin. Em ji Wezareta Perwerdeyê daxwaz dikin ku biryara xwe betal bike, destdirêjiya li ser ziman tê wateya destdirêjî li hebûn û neteweya me dike."

Hemza Yûnis jî got: "Ji bo em hevbeş û wekhev bijîn divê zimanê kurdî qanûnî nas bikin. Wezareta Perwerdeyê bi vê biryara xwe pirrengiya Sûriyeyê red dike. Ji bo Sûriyeyê demokrat bibe pêwîste rêz bidin nasnameya pêkhateyên Sûriyeyê û mafên wan were parastin."

(np)

ANHA