Kampanyaya ‘Na ji Guleyên Bêserûber re li Hemû Ahengan’ dest pê kir

Saziya Xizmetên Civakî û Geşepêdanê ya Jinan li Hesekê kampanyayeke hişyarkirinê li ser xetereyên teqandina çekan di ahengan de da destpêkirin.

Kampanyaya ‘Na ji Guleyên Bêserûber re li Hemû Ahengan’ dest pê kir
24 cotmeh, 2026   12:24
HESEKÊ

Saziya Xizmetên Civakî û Geşepêdanê ya Jinan îro bi dirûşma "Na ji Guleyên Bêserûber re li Hemû Ahengan" kampanyayeke hişyarkirinê li Hesekê da destpêkirin.

Endama Saziya Xizmetên Civakî û Geşepêdanê ya Jinan Betûl Hamid destnîşan kir ku saziya wan hejmara qurbaniyên guleyên bêserûber, tenê di meha Îlonê de tomar kiriye û gihaştiye nêzîkî 6 bûyerên mirin û birîndarbûnê.

Di kampanyayê de dê belavokên hişyarkirinê li taxên bajarê Hesekê werin belavkirin, her wiha peyam û poster li ser platformên medyaya dîjîtal werin weşandin.

Biryar e ku kampanya heta 29`ê Cotmehê dewam bike. Piştre dê bi beşdariya nûnerên dezgehên tenduristî, hiqûqî, civakî û olî panelek were lidarxistin û li ser rêbazên kêmkirina vê diyardeyê gotûbêjê bikin.

(k)

ANHA