Ji ber temîrkirinê sibê ava Elok tê qutkirin

Şîrketa Avê ya Hesekê ragihand ku dê ava Stasyona Elok ji ber temîrkirina xeta sereke û guhertina parçeyên depoyên Stasyona El Hemê, 5 rojan bê qutkirin.

Ji ber temîrkirinê sibê ava Elok tê qutkirin
24 cotmeh, 2026   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê ya Hesekê, aşkera kir ku ji bo pêkanîna xebatên fenî ji bo stasyonê, dê sibe (25 Cotmeh) dayîna avê ji Stasyona Elok ji bo 5 rojan bê rawestandin.

Şîrketê diyar kir ku bi armanca misogerkirina dayîna avê parastina xet û depoyên avê, rêgirtina li ber xerabbûna heyî ya ku dihêle av qut bibe, parçeyên depoyan ê Stasyona El Hemê bên guhertin, xeta ava sereke ya di navbera stasyonên Elok û El Hemê bê temîrkirin.

Her wiha şîrketê destnîşan kir ku piştî bidawîbûna xebatên temîrkirinê dê pêvajoya dayîna avê bi awayekî dabeşkirî dest pê bike.

(sb)