‘Em ê hêvî û daxwazên gelê Kurd bigihînin parlamentoyê û qada navneteweyî’

Berdevka Însiyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyeyê Dîlber Omer li ser avakirin û xebatên însiyatîfê axivî û got “Em dixwazin li Sûriyeyê pirzimanî hebe. Kurdî di perwerdeyê de bibe fermî. Em ê xebat bidomînin, di asta neteweyî û navneteweyî de têkiliyên xwe çêkin. Serlêdanên saziyên mafan û NY’yê bikin. Di demeke nêz de me pêngava îmzeyan bidin destpêkirin. Hêvî û daxwazên gelê Kurd bigihînin parlamentoyê. Em ji tevahî pêkhateyan piştgiriyê dixwazin.”

‘Em ê hêvî û daxwazên gelê Kurd bigihînin parlamentoyê û qada navneteweyî’
21 cotmeh, 2026   06:40
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Di demek ku ji her aliyê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bertekên li hember biryara hikumeta veguhêz a Şamê ya ji bo zimanê Kurdî bilind dibin de, 17’ê Cotmehê (2026), Însiyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê hat ragihandin. Ji her beşa civakê mamoste, xwendekar, hiqûqnas, rojnameger, hunermed, zimanzan, endamên Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), rûspiyên eşîran beşdarî çalakiya ragihandinê bûn. 

Ji bo em baştir vê însiyatîfê nas bikin, armanca û xebatên însiyatîfê bi raya gihiştî re ragihînin me hevdîtin bi berdevka Însiyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyeyê Dîlber Omer re çêkir.

‘PÊWÎSTÎ BI GAVEK PRATÎK HEBÛ’

Dîlber Omer destnîşan kir ku armanc û bingeha însiyatîfê ji nêrînên çandî û neteweyî digire û wiha axivî: “Komek ji rewşenbîr, mafnas, hunermend, mamoste, xwendekar, malbatên xwendekaran, kesên dilêşê ziman û mafê xwe kom bûn û ev vîn derket. Pirrengiya li Sûriyeyê, pirçandî û pirzimaniya wê hişt ku ev nêrîn derkeve holê.”

Dîlber Omer da zanîn ku piştî 28’ê Tebaxa 2026’an de biryara hikumeta veguhêz a Şamê ji bo ziman derket, wan dît ku pêwîstî bi tiştekî heye û wiha domand: “Dema mafê ziman bê mîsogerkirin mafên din jî mîsoger dibin. Ji bo wê pêwîstî bi gaveke pratîk hebû. Em bi rêya wê zimanê xwe fermî bikin. Jixwe xwendekaran bi awayek xurt çalakî li dar xistin. Her çendî bi ne fermî be jî hikumetê diyar kir ku bila Kurd bi Kurdî bixwînin, lê ev pêk nehat. Bi taybet li bajarên Kurdan. Lewma me biryara însiyatîfê da.” 

‘EM DIXWAZIN LI SÛRIYEYÊ PIRZIMANÎ HEBE’

Dîlberê bal kişand ser dewlemendiya çand û ziman a li Sûriyeyê û wiha domand: “Em dixwazin li Sûriyeyê pirzimanî û pirçandî hebe. Em ne li dijî tu zimanan in. Çawa Erebî fermî ye, divê kurdî jî fermî be. Em dixwazin hêvî, fikir û daxwazên gelê Kurd bi rêya vê însiyatîf bigihînin parlamentoyê.”

‘EM Ê PÊNGAVEKE ÎMZEYAN BIDIN DESTPÊKIRIN Û TÊKILIYÊN XWE YÊN NETEWEYÎ Û NAVNETEWEYÎ ÇÊKIN’

Dîlberê diyar kir ku heta niha wan serdana gelek sazî, rêxistin, partiyên siyasî û civakî kiriye û wiha got: “Kar û xebatên me yên destpêkê girtina piştgiriyê bû. Her deriyê me lê xist em venegerandin. Herkesî piştgirî dan. Têkiliyên me bi derve re jî hene. Hem wek kesayet hem jî weke sazî. Bi Şamê re jî hene. Dê hevdîtinên me bidomin. Hem jî em ê pêngavek a îmzeyan bidin destpêkirin. Di nava tevahî civakê de, ne tenê di nava Kurd, di nava civaka Ereb, Siryan, Ermenî. Li malan, saziyan, dibistanan em ê xwe bigihînin herkesî. Em ê têkiliyan bi zanîngehên Başûrê Kurdistanê, kesayet û zimanzanên li Rojhilat û Bakur jî. Em xwe gihandiye saziyên mafê mirovan. Di aliyê hiqûqî û dîplomasiyê de jî xebatên me hene. Ji bo saziyên mafê mirovan, Neteweyên Yekbûyî, UNESCO, her sazî û kesên ku parastina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê dikin, em ê xwe bigihîninê. Her wiha em ê xwe bigihînin însiyatîfên weke ya me, ji bo em ji tecrûbe û pêşniyarên wan jî sûdê bigirin.”

Dîlber Omer da zanîn ku dema zimanê Kurdî di Sûriyeyê de fermî bû û ew gihiştin armanca xwe dê însiyatîfê fesix bikin.

‘EM JI HEMÛ GEL Û PÊKHATEYAN PIŞTGIRIYÊ DIXWAZIN’

Dîlber Omer bang li herkesî kir ku piştgiriyê bidin însiyatîfê û beşdar bibin û wiha domand: “Em bang li tevahî gelê Kurd li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê dikin, pêkhateyên din ên Sûriyeyê dikin li kesayetên Ereb dikin ku piştgiriya me bikin. Em ne li dijî tu zimanan in. Em dixwazin zimanê Kurdî ne tenê niştimanî be, heman demê de fermî be. Eger gel û xwendekar pişta me negirin em ê tiştekî bi ser nexin. Li Kurdiya xwe xwedî derkevin, zarokên xwe bişînin Kurdî. Em ê wê demê bi hev re tiştekî qezenç bikin.”

Her wiha însiyatîfê li ser medyaya dijîtal jî hesabên xwe çêkirine ku xwe zêdetir bigihînin raya giştî. Navnîşanên însiyatîfê ev in:

https://www.instagram.com/ziman_hebuna?exln=eDg0d3E1OXZmOHA3&utm_source=qr

https://www.facebook.com/share/1KehU7ZDUW/

https://x.com/idzk_s?s=11

ANHA