Daxwazên ji bo naskirina zimanê di destûra nû ya Sûriyeyê de

Endamên Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) diyar kirin ku divê zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî di destûra siberoja ya Sûriyeyê de were bicihkirin da ku mafên hemû pêkhateyan werin garantîkirin û nasnameya wan a çandî were parastin. Her wiha bal kişandin li ser berdewamiya têkoşîna aştiyane û çalakiyên li hember hewldanên paşguhkirin û dûrxistinê.

Daxwazên ji bo naskirina zimanê di destûra nû ya Sûriyeyê de
18 cotmeh, 2026   13:19
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Endamên Meclisa Jinan a PYD`ê ku beşdarî foruma diyalogê ya duh li Qamişloyê bûn, diyar kirin ku ew ê têkoşîna ji bo bidestxistin û parastina mafên xwe bi hêza qanûnê di nivîsandina destûreke nû ya welêt de berdewam bikin.

Berdevka Meclisa Jinan a PYD`ê, Hûriya Şemdîn, bal kişand ser girîngiya lidarxistina forumê wekî platformek ji bo nîqaşkirina rêbazên ji bo bicihkirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî di destûra Sûriyeyê de.

Hûriya diyar kir ku qonaxa niha ya ku welat tê re derbas dibe, pêdivî bi nivîsandina destûreke nû heye ku parastina mafên hemû civak û kesan garantî bike û azadiya wan a tevahî ji bo parastina zimanên xwe û pêkanîna çandên xwe yên neteweyî misoger bike.

Endama Meclisa Jinan a PYD`ê Menal Mihemed, der barê hewldanên paşguhkirinê û hewldanên ji bo dorpêçkirina mafên tevahî yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê hişyarî da. Menal got got, "Ev pêkanîn zîhniyetek dûrxistinê nîşan didin ku divê bi awayekî bingehîn were guhertin. Ev yek ji me, wekî jinan, hewce dike ku têkoşînek mezin bidin û bi tundî bixebitin da ku van pirsgirêkên mayî çareser bikin."

Menal Mihemed bi diyar kir ku ew ê heya ku mafên rewa werin bidestxistin, zimanê Kurdî wekî destkeftiyek ku bi têkoşîna gelê Kurd di salên şoreşê de hatiye bidestxistin were bicîhkirin, têkoişîna xwe berdewam bikin.

Endama meclisê Sîlva Hecî diyar kir ku foruma diyalogê di serî de li ser nirxa zimanê Kurdî û girîngiya ku dewlet wê qebûl bike sekinî. ji ber ku zimanê kurdî nasname û çanda gelê Kurd e.

Silva da zanîn ku Kurd pêkhateyeke yekgirtî û bingehîn a tevna civaka Sûriyeyê pêk tînin û da zanîn ku ev hebûn ji bo bidawîkirina hemû şêweyên paşguhkirinê û redkirina her hewldanek ji bo dûrxistina nasnameya Kurdî li Sûriyeyê bes e.

(k)

ANHA