Wezareta Hundirîn a Sûriyeyê: Dê encamên lêpirsîna Renkosê ragihînin

Wezareta Hundirîn a Sûriyeyê diyar kir ku ew ê encamên lêpirsîna operasyona bajarokê Renkos a Rîf Şamê aşkera bikin û delîlên wê ji raya giştî re pêşkêş bikin.

Wezareta Hundirîn a Sûriyeyê: Dê encamên lêpirsîna Renkosê ragihînin
23 cotmeh, 2026   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Hundirîn a Sûriyeyê diyar kir ku ew pabendî ragihandina encamên lêpirsîna girêdayî operasyona ewlehiyê ya li bajarokê Renkos ê herêma Qelemon a Rîf Şamê ye.

Wezaretê ragihand ku ew bi eleqeyeke mezin dişopîne ka bertekên li hember operasyona ewlehiyê ya li bajêrokê çi ne. Li gorî daxuyaniya wezaretê, şaneyeke girêdayî DAIŞ’ê hatiye armanckirin. Her wiha hat gotin ku armanca sereke ya hêza ewlehiyê, li ser bingeha agahiyên îstîxbaratî, pêkanîna fermanên girtinê yên der barê çend gumanbaran de bû.

Wezaretê di daxuyaniyekê de da zanîn ku ew bi girîngî bertekên der barê operasyona ewlehiyê ya li bajarokê Renkos ku li dijî şaneyekeê DAIŞ’ê hatiye kirin dişopîne û got erka bingehîn a hêza ewlehiyê girtina hejmarek gumanbar

Wezaretê diyar kir ku dema hêza ewlehiyê gihîşt cihê bûyerê yekser hate gulebarankirin, di encamê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Di dewama daxuyaniya wezaretê de hate destnîşankirin ku lêpirsînên destpêkê bi girtiyan re di bin çavdêriya aliyên dadgeriya taybet de didomin û ew pabendî ragihandina encamên lêpirsînan û pêşkêşkirina delîlan ji raya giştî re ye û banga libendewariya encamên fermî bin û nekevin xefka çîrokên derewîn.

Ev daxuyanî piştî çend saetan ji çalakiya bi dehan xelkê bajarokê Renkos li pêş Beşa Polîsan piştî nimêja înê hat parvekirin. Di çalakiyê de xelkê banga aşkerakirina hûrgiliyêmn operasyona ewlehiyê û ragihandina encamên lêpirsînan ji raya giştî re û hesabxwestina binpêkirinan kir.

(f)