Fîlozof Gayatri Chakravorty Spivak name ji Rêber Apo re şand

Fîlozofa Hindistanî û bîrewera postkolonyal Gayatri Chakravorty Spivak piştgirî da Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ji Rêber Abdullah Ocalan re nameyek şand.

Fîlozof Gayatri Chakravorty Spivak name ji Rêber Apo re şand
21 cotmeh, 2026   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Teorîsyen û fîlozofa Hindistanî Gayatri Chakravorty Spivak piştgirî da Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û birêvebirin û nameyek şand ji Abdullah Ocalan re. Nameya Spivak ku ji Rêber Abdullah Ocalan re nivîsandî, ji Heyeta Îmraliyê re hate şandin.

Gayatri Spivak diyar kir ku Qanûna Çarçoveyê îhtimala azadiya Rêber Abdullah Ocalan xurt dike û destnîşan kir ku meseleye rastîn ew e ku wê civakeke demokratîk çawa were avakirin.

Di nameyê de ev yek hatine gotin:

“BİRAYÊ MİN Ê EZÎZ ABDULLAH OCALAN,

Ew demeke dirêj e xweragiriya we ya li hemberî rehîngirtina demdirêj û ya carna jî di bin tecrîdê de derbas dibû, bandorê li min dike. Her wiha banga we ya têkildarî wekheviya zayendî ya civakî jî bandorek li min kir. A niha jî Qanûneke Çarçoveyî heye ku ev yek îhtîmala azadbûna we xurttir dike.

Pirsgirêkên me yên rastîn jî ya niha dest pê dikin. Ji ber ku we li şûna nêzîkatiya cure proto-netewperest a xwe diparêze, rêya tevlihevtir û berdartir a hebûna demokratîk pêşniyar kir. Ji bo vê yekê jî hewceyî bi pergaleke perwerdeyê ya ku zarok di demên pêş de dema ku dengên xwe bidin paradoksa demokrasiyê fêm bikin û pêşxistina nêzîkatiyeke epîstemolojîk a berdewam armanc dike, heye: ji bo xwe azadî û ji bo însanên din jî wekhevî û ji bo cîhaneke adiltir daxwazeke xurt.

Ez jî ev nêzîkî 60 salan e hewl didim vê yekê bikim; Li Zanîngeha Kolombiyayê li gel dayîna dersên Edebiyata Ewropayê li gel giregiran; her wiha li gel kesên bêax û xwendin û nivîsandinê nizanin û yên qaşo ‘destnedayî’ ji bo zarokên gelê xwecihî li dibistanên seretayî li gel binbeşên civakê dixebitim. Hin kesên din fêrî hilberîna zanînê dikin; lê belê ji me hin kes neçar in fêrî fêrbûnê bikin.

Bi taybet roja îroyîn gelekî girîng e ku zarok fêrî daxwazkirina civakeke adil bikin; ji ber ku cîhan ji ber guherîna avûhewayê û hişê çêkirî bi şikestineke mezin re rû bi rû ye.

Birayê min ê ezîz ez baştir in daxwaz û niyazên xwe pêşkêşî we dikim.

Bi rêz û hurmet.”

Gayatri Chakravorty Spivak kî ye?

Gayatri Chakravorty Spivak di 24ê Sibata 1942yan de ji dayik bûye, fîlozof û bîrewereke Hindistanî ye ku bi xebatên xwe yên di warên weke teoriya edebî, teoriya postkolonyal û binçandî tê naskirin. Gayatri Chakravorty Spivak a ku bi taybetî bi xebata xwe ya bi navê ‘Gelo Bindest Dikarin Biaxivin?’ tê naskirin, têkiliyên di navbera dagirkerî, nûnertiya desthilatdarî û hilberîna zanînê de bi perspektîfeke rexneyî lêkolîn dike. Di xebatên xwe yên akademîk de li ser mijarên weke femînîzm, hizra dekolonyal û newekheviya civakî jî disekine.