Li Iraqê cihekî şûnwarî hat dîtin

Nivîsgeha Ragihandinê ya Parêzgeha Babil a Iraqê ragihand ku li navçeya Qasimê cihekî şûnwarî ku tê texmînkirin ji serdema Ebasiyan ve ye, hate dîtin.

Li Iraqê cihekî şûnwarî hat dîtin
18 cotmeh, 2026   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Parêzgeha Babil a Iraqê ragihand ku li navçeya Qasimê cihekî şûnwarî hate dîtin, ku tê texmînkirin ji serdema Ebasiyan an ku berî 1200 salî ve ye.

Di daxuyaniya nivîsgehê de hate gotin, parêzgar serdana cih kir da ku şûnwarên wê û girîngiya wê ya dîrokî bişopîne, di heman demê de rêbazên parastina wê lêkolîn bike.

Li gorî daxuyaniyê, ev vedîtin dikare bibe derfetek ji bo xurtkirina tûrîzmê û nîşandana deverên dîrokî yên parêzgehê. Her wiha îşaret bi derfetên pêşxistina vî cihî di aliyê geştiyarî de li gorî qanûnên heyî yên şûnwaran hat kirin.

(bb)