Cenazeyê şehîd Mizgîn Kurdo bi merasîmekê hat veşartin

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mizgîn Kurdo ya ku di sala 2024‘an de li Minbicê şehîd bibû, îro bi merasîmekê hat oxirkirin.

22 cotmeh, 2026   18:42
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişloyê ji bo oxirkirina cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mizgîn Kurdo ya ku 8‘ê Çileya 2024‘an li Minbicê şehîd bibû, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kom bûn û merasîmek hat lidarxistin.

Merasîma ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat birêxistinkirin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Neda Samî Ferman axivî û anî ziman ku şehîdan wateyên herî mezin fedakariyê nîşan dan, di rêya welatan de bedel dan, şehîd dê nîşaneya serketinê û jêdera îlhamê ji bo nifşan re bimînin.

Neda Samî Ferman di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê rêya şehîdan bişopînin û destkeftiyên ku bi keda wan hatine dayîn, biparêzin."

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sîdar Til Temir jî malbata şehîd silav kir û behsa têkoşîna şehîd Mizgîn kir.

Sîdarê got: "Şehîd Mizgîn ji berxwedana Serêkaniyê ya sala 2013‘an dest pê kir û heya roja şehadetê tê koşiya. Bîranênên wê dê di wijdanê her kesî de zindî bimînin."

Bi navê malbata şehîd Mizgîn, Helîme Kurdî jî zehmetiyên ku malbatê di nava 2 salan de li benda wergirtina cenaze kişandine, anî ziman. Her wiha têkoşîna şehîd Mizgîn û girêdana wê bi nirxên ku ji bo wê canê xwe daye ve, vegot.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Mizgîn hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenaze bi dirûşmên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan hat veşartin.

(bb)

ANHA