‘Ji mafê me ye em bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û bijîn`

Rewşenbîrên jin got divê hemû gelê Kurd berpirsyar nêzî zimanê kurdî bibe û ji bo ku bikeve destûra Sûriyeyê tê bikoşe.

‘Ji mafê me ye em bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û bijîn`
24 cotmeh, 2026   02:50
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Xelkê Rojava ji 6`ê Îlonê de dest bi çalakî û xwepêşandanan kir û anî ziman ku ew ê tê bikoşin heyanî ku zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were qebûlkirin û biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin.

Helbestvanên jin diyar kir ku ew biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin.

Nivîskar û helbestvan Anahîta Sîno got: "Pirsgirêka zimanê kurdî tenê bi axaftinê û nivîsandinê çareser nabe, zimanê kurdî bîra dîrokî û nasnameya gelê Kurd e. Gelê Kurd bi rêya çîrok, wêje û efsaneyên bi devkî zimanê xwe parast û veguhest neslên dîtir lê êdî divê qanûnî were naskirin. Ziman pira di navbera rabirdû û siberojê ye. Ji bo dîrok, çand û nasnameya kurdî winda nebe, bavê min ez fêrî zimanê kurdî kirim min jî fêrî zarokên xwe kir. Em hemû berpirsyar in ku ked û fedakariya di şoreşê de bi taybet ji bo ziman hatiye kirin, biparêzin."

Anahîtayê li ser biryara Wezareta Perwerdeyê jî got: "Ez biryarên ku fermî itîrafê bi zimanê kurdî nake, qebûlnakim. Nabe ku zimanê me sînordar bikin. Ji mafê me ye ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin û bijîn. Çima me ji vî mafê me mehrûm dikin? Mafê min ê xwezayî ye ku ez bi zimanê kurdî helbestan binivîsim û bixwînim û ez bi vî mafê xwe ve girêdayî me."

Helbestvan Anahîta wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hemû berpirsyar in ku zimanê kurdî biparêzin. Dayik û bav divê li malê bi zimanê kurdî bi zarokên xwe re baxivin û zarokên wan bi zimanê kurdî bixwînin. Parastina çand û ziman erkekî dîrokî ye ji me hemûyan tê xwestin. Heyanî em bigihêjin mafên xwe em ê tê bikoşin."

Her wiha helbestvan Nûrhan Hesen girîngiya zimanê kurdî nirxand û got: "Zimanê kurdî cewherê nasname û çanda me ye. Hebûna gelê Kurd bi zimanê wan ve girêdayî ye. Ev 15 sal e gelê Kurd ji bo zimanê xwe têdikoşe û divê zimanê kurdî di destûrê Sûriyeyî de were qebûlkirin."

Di dawiyê de Nûrhan Hesen wiha got: "Xwendekarên Kurd ên bi zimanê kurdî xwendiye dê çawa zanîngehê bi zimanekî dîtir bixwînin. Di vê pêvajoyê de divê em berpirsyar nêz bibin, zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bikin û bi mafên xwe ve girêdayî bin."

(np)

ANHA