Cotkaran hîna pereyên genim wernegirtine

Cotkarên Hesekê anî ziman ku hîna pereyên xwe yên genim bi temamî wernegirtine û derfetên wan nîn in ku amadekariya çandinê bikin.

Cotkaran hîna pereyên genim wernegirtine
22 cotmeh, 2026   04:45
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Li bajarê Hesekê cotkaran li beramberî rewşa çandiniyê nerazîbûna xwe anî ziman û got wan careke dîtir pere deyn kiriye da ku amadekariyên demsala çandiniyê ya nû bikin.

Ebdul Salih Nasir got: "Min hîna pereyên xwe yê genim wernegirtiye, ev bûye du meh ez li malê namînin ji ber xwediyên darasa û karker daxwaza pereyên xwe dikin. Êdî derfetên min nînin ku ez çandiniyê bikim û heke ez erdên xwe biçînim ez êdî nema genimê xwe didim hikumetê. Berê me donimek bi 12 dolarên Amerîkî diçand, îsal em ê donimekî bi 30 dolarî biçînin, ji ber lêçûnên çandiniyê mîna sotemeniyê, cotkirin, tov, gubre û heqdestê karkeran biha bûye."

Elî Ewad El Merî jî pereyên xwe yê genim wernegirtiye û bertekên xwe wiha anî ziman: "Min hîna pereyê xwe wernegirtiye û derfet nîne ez îsal erdê xwe biçînim. Em îsal şerpeze bûn, di dîroka Sûriyeyê de bi qasî cotkar îsal şerpeze bûn, tu carî nektine rewşeke wiha de. Em ji hikumeta veguhêz daxwaz dikin ku pereyên me bidin me, em rojane li ser rêya bankê ne."

Şêx Fethî Mihemed anî ziman ku wî tenê milyonek lîreya Sûrî wergirtiye û wiha got: "Min tenê milyonek wergirt, ez deyndarim û gelekî zext li ser min heye, êdî ez nema dikarim li mala xwe bimînim. Gelo ev ê kengî pereyên me bidin?"

Ji bo demsala çandiniyê ya nû Mihemed wiha got: "Tov peyda nabe û hîna hikumetê derî ji lîsanskirina çandiniyê re venekiriye. Derfetên cotkaran nîne ku îsal çandiniyê bikin. Dibe ku cotkarên tov rakiribin bikarbin erdê xwe biçînin lê zêdetirî xwe tovê wan nîne ku biçînin. Ez daxwaz ji hikumetê dikim ku pereyên me zû bidin, ji ber zivistan derbas dibe û em ditirsin ku wextê çandiniyê derbas bibe."

Li gorî çavkaniyên li banka çandiniyê dibe ku cotkar heyanî çend mehên dîtir jî pereyên xwe yê genim wernegirin.

(np)

ANHA