Şêxê qebîleya Şemer serdana Mezlûm Ebdî kir

Şêwirmendê Serokatiyê Mezlûm Ebdî pêşwaziya Şêx Manei Himêdî Deham kir û rewşa herêmê ji aliyê ewlehiyê ve nîqaş kirin.

Şêxê qebîleya Şemer serdana Mezlûm Ebdî kir
Şêxê qebîleya Şemer serdana Mezlûm Ebdî kir
Şêxê qebîleya Şemer serdana Mezlûm Ebdî kir
20 cotmeh, 2026   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêxê qebîleya Şemer Manei Himêdî Deham El Hadî El Cerba serdana şêwirmendê Serokatiyê Mezlûm Ebdî kir. Di serdanê de li ser rewşa herêmê, çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê, têkiliyên xwişk û biratiyê di navbera pêkhateyên herêmê de, axivîn.

Di axaftina xwe de dan zanîn ku divê li ber fitnê û provokasyonan were girtin, têkiliyên pêkhateyên herêmê ziyan nebîne, hevgirtina civakî xurt bibe û aramiya li herêmê were parastin.

(np)

ANHA