Di navbera Rûsya û Ukraynayê de 540 leşker bihev hatin guhertin

Di pevguherdina dîlgirtiyan a navbera Rûsya û Ukraynayê de, 270 leşker bi hev hatin guherîn û azadkirin.

Di navbera Rûsya û Ukraynayê de 540 leşker bihev hatin guhertin
23 cotmeh, 2026   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Rûsya, û Serok Dewletê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî, di navbera herdu welatan de dîlgirtî hatine pevguhertin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan 270 leşkerên Ukranî azadkirin û li wê re jî Ukranya 270 leşkerên Rûsî azadkirine. Hate ragihandin ku azadkirina leşkerên Rûsî li Belarûsê pêk hatiye û pêwîstiyên tibî û derûnî hatine pêşwazîkirin.

 Serok Dewletê Ukranyayê Zelenskî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku li gel 270’ê leşkerî, 9 sivîlên ku dihate zanîn ku 5 ji wan mirine vegerandine welat. Zelenskî eşkere kir ku heta hemû leşkerên dîl bên azadkirin wê xebatên bê navber bikin.

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî ya li ser malpera xwe ya înternetê dayî jî, hevjîna Serok Dewletê DYA’yê Donald Trump, Melanîa Trump raste rast bi rayedarên Rûs û Ukranyayê re civiyeye, ji bo bajarê Oleşkî ya maye di navbera herdu aliyan de ku dikeve herêma Xoresanê ‘agirbesteke taybet’ pêşxistiye.

Hate ragihandin ku wê agirbest 29’ê Cotmehê bikeve meryetê, ji bo destûra alîkariyên mirovî jî bê dayîn, ji bo veguhestina mirovan a bi rêya ewlekatiya yekbûyî amadekarî hatiye îlankirin.

Di daxuyaniyê de Melanîa Trump vê dibêje; “Oleşkî eniyeke li ber felaketê ye. Piranî kesên li Oleşkiyê hene kesên bi temen û pîrin ku pêwîstiya wê lezgîn a tibî, derman, xorek û ava paqij heye.”

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî jî li bajarê Oleşkî ya beriya şer xwedî nifûseke 24 hezarî bû, niha nêzî 2 hezar kesên kal û 50 zarok dijîn ku li bajar mane.