YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi boneya salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan got “Her endama têkoşîna azadiyê ya jinê ku di meşa xwe de manîfestoya têkoşîna şehîd Bêrîtan esas digire, di wê îdîayê de ye ku bibe şopdarê vê mîrateyê û di pratîkê de jî pêk bîne”

YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in
24 cotmeh, 2026   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-STAR) bi wesîleya salvegera 34`an a şehadeta yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya jinên Kurdistanê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) daxuyanî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Bêrîtan; heqîqeta bedenî û nasnameyî ya jina ku xwe kiriye artêş û azad bûyî ye. Di nav têkoşîna azadiyê ya Kurd de, ew heqîqeta yekbûyî ya jinên di têkoşîna azadiyê ya Kurd de ne û sekna wan a li dijî teslîmiyetê temsîl dike.

Ruhê berxwedanê ya Besêyan û jinên ku di komkujiya Dersimê de li dijî teslîmiyetê li ber xwe dan û xwe ji zinaran avêtin, di şexsê Bêrîtan de car din zindî bû. Ev yek domdariya xeta berxwedanê ye. Besêyan di Bêrîtanê de wate dîtin û ruhê berxwedanê di têkoşînê de nû bû.

Bêrîtan sala 1992’yan di şerê li dijî hevkariya Kurd a paşverû de li dijî teslîmiyetê rabû, li ber xwe da. Wê heqîqeta jina ku xwe ji zinarê avêt û xeta jina ku şer dike, nîşan da. Weke jinekê bi çalakiya xwe ya li dijî hevkarî û xiyanetê, di roja îro de zemînê yekîtiya gelê Kurd ava kiriye.

Di kesayet û têkoşîna xwe de bi zanebûna îdeolojîk sekneke xurt afirand û dîsa bi stratejî û taktîkê di fermandariyê de bû pispor. Pîvan û xeta jina ku derbasî çalakiyê bûye û şer dike, nîşan da. Bi gotina ‘şer bike gula min, bi şerkirinê em azad dibin, bi azadbûnê bedew dibin û hingî em bedew dibin em ê bên hezkirin’ xeta têkoşînê nîşan da. Bi sekin û çalakiya xwe pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya jinê re kir. Bi çalakiya xwe car din nîşan da ku artêşbûn ne tenê têkoşîneke çekdarî ye, di heman demê de sekin û heqîqeta zanebûnê dixwaze. Estetîka şer, exlaqê berxwedanê û pîvanê hezkirinê, pîvanên xwe bi meşê veguherandiye manîfestoyekê. Bêrîtanê jiyan û têkoşîna xwe neqşî dîrokê kiriye. Hebûna jinê ya ku dihat xwestin di dîrokê de û di bêdengiya zinarê de were veşartin, ji zinaran qêrîn kir û di wan zinaran de qêrîna berxwedana jinê car din gihand hemû jinan. Bi gotina ‘şoreş kesayetiyeke bahoz dixwaze’, di her guleya wê ya li dijî hevkarî û kevneşopiya paşverû de, di hemû zincîrên koletiyê ya parçe kirî de de xwe jinûve afirand û bi helbestê heqîqeta berxwedana jinê nîşan da.

Bêrîtan li gel têkoşîna xwe bes manîfestoya serdema xwe nenivîsandiye di heman demê de li gel nivîsên xwe Besêyên ku mîrateya wan dewr standiye, watedar kiriye û ji peyrewên xwe re hişmendiya fermandariyê ya heqîqeta şerî ya cesareta ku dîroka azadiya jinan a nehatiye nivîsandin, ji nû ve bide nivîsandin weke mîrate hiştiye. Roja îroyîn weke YJA Starê em şopdarên xeta têkoşîn û heqîqeta fermandariyê ya hatiye birêxistinkirin a Şehîd Bêrîtan in. Her nefereke têkoşîna azadiya jinan a manîfestoya têkoşîna Şehîd Bêrîtan di meşa xwe de esas digirin, di wê îdîayê de ne ku bibin şopdarên vê mîrateyê û wê bi cih bînin. Vê têkoşîn û çanda berxwedanê di nava heqîqeta şerî de bi sedan Bêrîtan afirandine, mîrate mezin bûye û ji pêşeroje re hatiye neqilkirin. Heqîqeta Bêrîtan di nava şerê ku bi salan e li çiya û bajaran tê birêvebirin aj daye û mezin bûye, di şexsê Şehîd Axîn Cûdî, Şehîd Sema û bi sedan milîtanên azadiyê yên jin û mêr de zêde bûye.

Rêbertiya me diyar kiriye ku mezintirîn bersiva ku ji şehîdan re were dayîn, mezinkirina têkoşînê û xweafirandina li gel heqîqeta şehîdan e. Girêdayî vê yekê ji bo pêşxistina çalakbûna berxwedaniyê ya di şexsê Şehîd Bêrîtan de pêş ketiye û bersivbûna ji mîrateya şehîdan re di 1’ê Mijdara 1993’yan de artêşbûna jinan îlan kiriye. Em weke YJA Star a şopdar û mîratgirên xeta Şehîd Bêrîtan diyar dikin ku em ê têkoşîna azadiya jinan di hemû qadên jiyanê û hemû kêliyên şer de bigihînin heqîqetê.’’