Saziya Avê ya Hesekê: Ava Elokê ji bo vexwarinê ye

Piştî temamkirina lênêrînên laburatuwarê û teqezkirina taybetmendiyên tunduristî, Saziya Avê ya Hesekê ragihand ku ava Stasyona Elokê ji bo vexwarinê bikêrhatî ye.

Saziya Avê ya Hesekê: Ava Elokê ji bo vexwarinê ye
23 cotmeh, 2026   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Ava Vexwarinê ya Hesekê ragihand ku, piştî analîz û testên laburatuwarê, ava Stasyona Elokê ya ber bi Stasyona Hemê ve ji bo vexwarinê tê bikaranîn.

Saziyê diyar kir ku av ji destpêka 22’yê Tîrmeha 2026’an ve tê pombekirin û di testên kalîte û selametiya ji bo bikêrhatina vexwarinê re derbas bûye.

Wezareta Enerjiyê da zanîn ku ew rewşa ava vexwarinê û kalîteya wê dişopîne û tedbîrên guncaw ji bo selametiya tenduristiya giştî û welatiyan digire.

(f)