Xwendekaran ji ber bihabûna çûn û hatinê bi gazinc in; daxwaza çareseriyekê kir

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê bi daxuyaniyekê daxwaz ji Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolîna Zanistî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û aliyên peywendîdar kir ku li beramberî barê giran ê xwendekaran ê têkildarî lêçûna çûn û hatina zanîngehê bi berpirsyariya xwe rabe.

Xwendekaran ji ber bihabûna çûn û hatinê bi gazinc in; daxwaza çareseriyekê kir
Xwendekaran ji ber bihabûna çûn û hatinê bi gazinc in; daxwaza çareseriyekê kir
Xwendekaran ji ber bihabûna çûn û hatinê bi gazinc in; daxwaza çareseriyekê kir
Xwendekaran ji ber bihabûna çûn û hatinê bi gazinc in; daxwaza çareseriyekê kir
Xwendekaran ji ber bihabûna çûn û hatinê bi gazinc in; daxwaza çareseriyekê kir
22 cotmeh, 2026   12:22
QAMIŞLO

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amdebûna dehan xwendekarên zanîngehê, bi zimanê erebî ji hêla xwendekar Esma Osman û bi zimanê kurdî ji aliyê xwendekar Alaa Dawûd ve hat xwendin.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku rewşa zehmet a ku li Sûriyeyê ji ber pirsgirêka aborî û debara jiyanê bandorê li hemû aliyên jiyanê dike, ew zehmetiyên girantir dike para xwendekaran û gefê li îstiqrara rêwîtiya wan a perwerdeyê û siberoja wan dike, ew bûye astengiyeke heqîqî li pêşberî mafê xwendekara a xwegihandina zanîngehan, divê li gorî wê rewşeke guncaw ji bo xwendekaran bê peydakirin, lêçûna veguhastin barê xwendekaran giran kiriye ew jî ji ber bilindbûna buhayên sotemeniyê derketiye holê.

Di daxuyaniyê de bang li Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolîna Zanistî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û aliyên peywendîdar hat kirin ku demildest destwerdanê bike, bandora neyînî ya pirsgirêka sotemeniyê ji holê rake û ji bo danîn çareseriyekê ji bo pirsgirêka çûn û hatinê xebatê bidin meşandin.

(sb)

ANHA