Bîlançoya êrişa dêra li Urdinê: 7 kuştî û 40 birîndar

Bîlançoya êrişa li ser Dêra El Rûma ya li parêzgeha El Kerek a li başûrê Urdinê bû 7 kuştî û 40 birîndar. Hikumetê ji bo 3 rojan şîna giştî ragihand û soza darizandina berpirsyarên êrişê da.

Bîlançoya êrişa dêra li Urdinê: 7 kuştî û 40 birîndar
24 cotmeh, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Ewlehiya Giştî ya Urdinê Lîwa Ibêdellah El Miayita di civîneke çapemeniyê de ku wezîrê karên hundir Mazin El Firaya jî tev lê bû û li parêzgeha El Kerek hat lidarxistin, diyar kir ku bîlançoya êrişa çekdarî ya ku Dêra El Rûm El Erzozks a li bajarokê Hemûd ê parêzgeha El Kerek duh (23 Cotmeh) pêk hat, gihaşte 7 kuştî û 40 birîndaran.

Wezîrê tenduristiyê Îbrahîm El Bedûr jî da zanîn ku hejmara birîndaran gihîştiye 40 kesî, ji wan 2 birîna kesan giran e.

Hikumeta Urdinê li hemû herêman şîna giştî ya 3 rojan ragihand.

LÊPIRSÎN DIDOMIN, WEŞAN HATIYE QEDEXEKIRIN

Di çarçoveya rêkarên dadmendî de, di doza lêpirsînê ya girêdayî bûyerê de weşan hate qedexekirin, her wiha belavkirina nûçe, agahiyên girêdayî dozê û pêvajoya lêpirsînê jî qedexe ye. Qedexe tenê ji bo çapemeniya hikumetê ya fermî ya di bin çavdêriya Wezareta Peywendiyê ya hikumetê de tune ye.

Gerînendetiya Ewlehiya Giştî der barê weşandina agahiyên nebelgekirî yên têkildarî bûyerê de hişyarî da.

(sb)