Li hola Zanîngeha Rojava Dr. Berzo Mehmûd pirtûka xwe îmze kir

Lêkolînerê zimanê kurdî Dr. Berzo Mehmûd pirtûka xwe ya der barê rêzimana kurdî de ya bi zimanê erebî li Qamişloyê îmze kir, wî di sala 2010`an de li Şamê ev pirtûkê bi zimanê kurdî derxistiye.

20 cotmeh, 2026   13:17
QAMIŞLO

Pirtûkxaneya Şilêr û Zanîngeha Rojava, ji bo pirtûka lêkolînerê zimanê kurdî Dr. Berzo Mehmûd a der barê rêzimana kurdî de li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê, bi beşdariya hejmareke xwendekarên zanîngehê, rewşenbîr, nivîskar, zimanzanên Kurd û wêjevanan merasîma îmzekirinê li dar xist.

Ev pirtûk ji Weşanên Şilêr derketiye, di pirtûkê de diyardeya dîroka wêjeya zimanê kurdî hatiye lêkolînkirin.

Merasîma îmzekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre nivîskar Berzo Mehmûd axivî û diyar kir ku ew lêkolîn bi zimanê erebî hatiye nivîsîn, beriya niha sala 2010`an li Şamê hatiye çapkirin, derxistina bi zimanê erebî ji ber daxwaza zêde ya hevalên wî yên Ereb pêk hatiye.

Piştre Dr. Berzo Mehmûd pirtûka xwe îmze kir, pêşkêşî xwendekar, zimanzan û wêjevanên zimanê kurdî kir.

Dr. Berzo Mehmûd lêkolîner, nivîskar û zimanzanekî Kurd e, pisporiya zanista zimanî û rêzimana zimanê kurdî dike, di vê der barê de hejmarek pirtûk derxistine.

(sb)

ANHA