Li Amedê piştî Newrozê zêdetirî 350 kes hatin destgîrkirin

Li Amedê piştî Newrozê û vir de 50 jê zarok ji 350’yî zêdetir kes hatin destgîrkirin.

Dawiya Newrozê ya ku li 42 navendan hat pîrozkirin li Amedê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî’ pêk hat. Piştî pîrozbahiyên Newrozê gelek kes hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine girtin 50 zarok û 300 welatî hatine destgîrkirin. Hat hînbûn ku di nav kesên hatine destgîrkirin de parêzer Mehmet Oner jî heye.

Her wiha hat hînbûn ku zarok birine Şaxa Zarokan a Amedê û welatiyên din jî birine qerekola polîsan a li ser riya Farqînê.

Parêzeran diyar kirin ku dest bi kar û barê îfadeyan hatine kirin.


Mijarên Din