’Tevgera xwe dispêre gel têk naçe’

Şêniyên Helebê tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şeremzar kir û diyar kir ku ne xiyanet û ne jî tu rêbazên din wê karibin tevgera ku desteka xwe ji gelê xwe digire têk bibin.

’Tevgera xwe dispêre gel têk naçe’
26 tîrmeh, 2024   05:17
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bertek nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li dijî Başûrê Kurdistanê dan û gotin tevgera piştgiriya xwe ji gel digire wê tu carî têk neçe.

Welatiya bi navê Rûlyana Mihemed diyar kir ku PDK’ê bi piştgiriya xwe ya bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re  şaştiya herî mezin dike, piştgiriya gel a bi berxwedana gerîla re tişta herî durist e.

Rûlyan anî ziman ku ew jî mafên xwe nayên xwarê û dê xeta xweparastinê berdewam bikin. Rûlyan got: “ Bi çek, pênûs, bi hişyarî, rêxistinbûyîn û şopandina xeta şehîdan em rê nadin dagirkeran û ajanên wê ku axa Kurdistanê dagir bikin.’’

Rûlyan li ser planan PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker jî got: “Herdû alî bi êrişên xwe di qirkirin û koçberkirina Kurdan de hevkar in. Divê PDK’ê bizane ku eger dewleta Tirk tevahî Başûrê Kurdistanê dagir bike dê dawiya wê jî were."

Mihemed Elî Hesen da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ‘şerê terorê’ û parastina sînorê xwe Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, niha jî bi heman hincetê dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Mihemed der barê armanca rast a dewleta Tirk a dagirker de diyar kir ku hew ldide Mîsaqî Millî pêk bîne, Kurdan biqedîne û xaka wan dagir bike.

Mihemed Elî Hesen diyar kir ku vebijêrka wan a yekane berxwedan û piştgiriya Tevgera Azadiya Kurdistanê û got: “Rastiya yekane ya li Kurdistanê berxwedana gerîla ya ji bo rizgarkirina Kurdistanê ye. Dewleta Tirk a dagirker û hevkara wê PDK’ê dixwazin vê rastiyê berevajî bikin, lê nikarin.”

Ji Emîna Mihemed destnîşan kir ku berxwedana gerîla ya li dijî hêzên dijber û xayînan dê bi serketinê tacîdar bibe û got: “Divê PDK’ê bizane ku hewldanên bi hevkariya Tirkiyê yên ji bo tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ne gengaze. Tevgera ku piştgiriya xwe ji gelê xwe digire wê ne xiyanetî û ne jî tu rêbazên din karibin wê tune bikin. Em amade ne li dijî her tevger û partiyên ku êrişî hêzên me dikin şer bikin û em ê wan têk bibin."

(mg/bb)

ANHA