Li Yemenê keştiyek noq bû: 41 penaberên Afrîkayî winda bûn
Şev borî bi sedema bayê xurt û barê zêde keştiya 45 penaberên Afrîkayî hilgirtibûn li beravê Teiz noq bû.

Komîseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Karûbarên Penaberan li ser "X"ê ragihand ku di noqbûna keştiya li nêzî parêzgeha Teiz a Yemenê zêdetirî 45 penaber winda bûn.
Komîseriyê diyar kir ku heta niha tenê, wê 4 kes dîtine û 41 penaberên din jî winda ne.
Her wiha di noqbûna keştiyekê de li nêzî parêzgeha Şebwa jî 140 kes winda bûn, 49 jî xeniqîn, ji wan 31 jin û 6 zarok in.
Rêxistina Navneteweyî ya Penaberiyê meha borî diyar kiribû ku penaberên ku salane digihîjin Yemenê, 3 qatî ji berê zêdetir bûye. Ji 27 hezar kes bûye zêdetirî 90 hezar kes.
Di wê çarçoveyê de, rêxistinê duh ragihandibû ku di noqbûna keştiyekê li Morîtanyayê de zêdetirî 150 kes winda bûn û 15 xeniqîn.
Berî wê jî cenazyên 89 penaberên ku li nêzî Morîtanyayê xeniqî bûn, hatibûn derxistin.
(mh/fr)