Dewleta Tirk a dagirker bombe li Biradostê barand

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Biradostê ya ser bi Hewlêrê ve bombebaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bombe li Biradostê barand
26 tîrmeh 2024   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Roj Newsê ku agahî ji herêmê wergirtin, beriya niha bi demek kurt balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Biradostê bi dijwarî bombebaran kirine.

Der barê ziyanan de agahî nehatin standin.