Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike

Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê ya berwarî Bala yan xalên kontrolê danîne û nasnameyan kontrol dike. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike.

Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike
26 tîrmeh, 2024   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj News’ê dewleta Tirk a dagirker li nav xaka Başûrê Kurdistanê nasnameyan kontrol dikin û xalên kontrolê danîne.

Ev yek bi dîmenên nû re carek din ispat bû ku şandiye, dewleta Tirk a dagirker li Berwarî Bala ya ser bi Amêdiyê xalên kontrolê daniye û nasnameyên welatiyan kontrol dike.

Leşkerên Tirk ji xelê Başûr re dibêjin ku ev der xaka Tirkiyeyê û bi pasaportên xwe werin bigerin.

Tevî dagirkeriya bi eşkere, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe diparêzin. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê roj bi roj xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike.