Şehîd Viyan Amara hat bibîranîn

Li Kantona Firatê şehîd Viyan Amara di salvegera 11`emîn a şehadeta wê de hate bibîranîn.

Şehîd Viyan Amara hat bibîranîn
Şehîd Viyan Amara hat bibîranîn
Şehîd Viyan Amara hat bibîranîn
Şehîd Viyan Amara hat bibîranîn
Şehîd Viyan Amara hat bibîranîn
Şehîd Viyan Amara hat bibîranîn
Şehîd Viyan Amara hat bibîranîn
26 tîrmeh 2024   20:48
KOBANÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê şehîd Viyan Amara li goristanan Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê bi merasîmekê bi bîr anî.

Şoreşger û mamosteya zimanê Kurdî, Viyan Amara (Sevim Kaya) 26'ê Tîrmeha 2013'an li bajarê Kobanê şehîd bibû.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Firatê Şêrîn Ebdî di merasîmê de axivî û soza şopandina riya şehîdan da.

Şêrîn wiha domand: "Îro 11`emîn salvegata şehadeta şehîd Viyan Amara ye. Viyan Amara keçeke kurd e û ji bakurê Kurdistanê. Sala 2012`an derbasî Kobanê bû û dest bi xebata zimanê kurdî kir. Şehîd Viyan Amara li hember hêzên tundrew tê koşiya."

Şêrîn gotina şehîd viyan Amara bi bîr xist ku digot "em pênûsa xwe radestî  we dikim û çeka xwe hildidim û bê teredud tev li şer dibim".

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê a kantona Firatê Bekir Ceradê got şehîd Viyan Amar bi hêza xwe her tim li hember dijmin şer kir û wiha axivî: "Şehîd Viyan Amar bi têkoşîn û berxwedana ku wê kirî em ê jî xwedî li wê têkoşîna wê derkevin. Em ê tu carî pênûsa wê nedin rawestandin. Em soz didin dê heta kêliya xwe ya dawiyê tê bikoşin."

Merasîma bîranînê bi dirûşmên"Şehîd Namrin" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.

(sş-şx)

ANHA