Îtalyayê ji bo Sûriyeyê balyozek erkdar kir
Rojnameya Îtalyayê ragihand ku hikumeta Îtalyayê balyozek hilbijart da ku bişîne Sûriyeyê û li wir erkdar bike. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve Îtalya dewleta yekemîn e ku balyozek ji bo Sûriyeyê erkdar dike.
Wezîrê karên derve yê Îtalyayê Antonio Tajani ragihand ku Îtalyayê biryar daye balyozek li Sûriyeyê erkdar bike. Îtalyayê di 2012'an de hemû karmendên balyozxaneya xwe ya li Şamê kişandin û ji wê demê ve tu xebatên dîplomatîk di navbera her du dewletan de rawestiyan.
Li gorî rojnameya Repubblica ya Îtalyayê ragihand ku Tajani gotiye hikumetê balyozek ji bo Sûriyeyê diyar kiriye. Ev tê wateyê ku Îtalya amadekariyan dike ku balyozxaneya xwe ya li Şamê ji nû ve veke.
Li Şamê balyozxaneyên 6 dewletên Yekitiya Ewropayê vekirî ne wek, Romanya, Bulgaristan, Yewnanistan, Qibris û Komara Çîkê û Meceristanê.
(mh)