NY’ê bang li Tirkiyeyê kir: Divê hevdîtin li Îmraliyê bên kirin

NY`yê 8`ê Tîrmehê civîn dabû destpêkirin û piştî wan civînan raporek amade kir û bang li Tirkiyeyê kir ku "divê hevdîtin li Îmraliyê bên kirin".

NY’ê bang li Tirkiyeyê kir: Divê hevdîtin li Îmraliyê bên kirin
26 tîrmeh 2024   22:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûniştinên 80’emîn ên Komîteya li Dijî îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku 8’ê Tîrmehê li bajarê Cenevreyê dabû destpêkirin, bi dawî bû. Komîteyê piştî raporan û hemû pêşkeşiyên hatin kirin îro rapora xwe ya çavdêriyên li ser Tirkiyeyê weşand. Di rapora çavdêriyê ya ji 50 xalan pêk tê de li ser binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê hate amadekirin û hat pêşniyarkirin ku bê şopandin. Nirxandinên komîteyê yên li ser tecrîda mutleq a li Îmraliyê dewam dike derketin pêş.

EM JI QEDEXEYÊN LI ÎMRALIYÊ BI FIKAR IN

Komîteyê di rapora xwe de diyar kir ku di mijara tecrîda mutleq a li Îmraliyê berdewam dike de bi fikar in û wiha got: “Piştî girtina wan heta 24 saetan destûra hevdîtina bi parêzeran re dikare were sînordarkirin, carînan gumanbar bêyî ku bişêwirin an jî parêzerên wan hebin têne lêpirsîn û nepenîtiya hevdîtinên di navbera parêzer û muwekîlan de nayê misogerkirin. Komîte her wiha bi fikar e ku di hin rewşan de parêzer xwe negihînin hemû dosyayên muwekîlên xwe û li Girtîgeha Îmraliyê cezayên dîsîplînê li ser girtiyan hatiye birîn û ev yek jî bûye sedema qedexeya bêsînor a hevdîtina girtiyan a bi parêzerên xwe re.”

BILA HEVDÎTIN LI ÎMRALIYÊ BÊN KIRIN

Komîteyê di rapora xwe de bal kişand ser fikarên ku ji aliyê mevzûata Tirkiyeyê ve li ser cezayê muebbetê yê hefsê yê bêdem û bêyî berdana bi şert û îşaret bi şert û mercên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê dewam dikin kir. Di berdewama raporê de wiha hat gotin: “Komîte bi taybetî ji ber şertên hişk ên serdan û temasa civakî ya 4 hezar girtiyên ku cezayên bi vî rengî lê hatine birîn bi fikar e û bi fikar e ku pêkanînên bi vî rengî di xizmetên tenduristiyê de jî bên pêkanîn. Komîte têkildarî Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê ji 25’ê adara 2021’an ve di hucreyan de tên ragirtin bi fikar e û diyar dike ku hin girtiyan zêdetirî 9 sal in bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine.”

Komîteyê di berdewamiya raporê de xwest astengiyên li pêşiya hevdîtina Abdullah Ocalan û girtiyên Îmraliyê yên bi malbat û parêzerên xwe re bên rakirin. Di rapora komîteyê ya hate xwestin ku Tirkiye heta 26’ê Tîrmeha 2025’an têkildarî binpêkirinên di rapora çavdêriyê de cih digirin agahiyê bide û wiha bi dawî kir: “Komîte ji dewleta xwedî alî daxwaz dike ku hevdîtina malbat û parêzeran a girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin bê hêsankirin, mewzûata di dema rewşa awarte de ketiye meriyetê û sûd wergirtina ji qanûnên bingehîn asteng dike bê rakirin û der barê şopandina van pêşniyaran de agahiyê bide. Di vî warî de dewleta xwedî alî tê vexwendin ku di serdema raporkirinê ya pêşiya me de, derbarê pêkanîna qismek an jî temamê pêşniyarên di çavdêriyên encamên heyî de cih digirin komîteyê agahdar bike.”