Dagirkeran 15 gund topbaran kirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrîn-Şehbayê 15 gund topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şewarxe, Merenaz, Malikiyê, Tat Mereş, Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Hirbil, Um Hoş, Til Medîq, Til Çaçan, Şeala gundê Seyda û Til Rehal ên kantona Efrîn-Şehbayê topbaran kirin.
Li ser kantonê liv û tevgera balafirên keşfê û yên bê mirov heye.
Topbarana li ser van gundan bi awayekî dem dem dewam dike. Agahiyên têkildarî zeraran agahî bi dest neketin.
(bb)
ANHA